´Pedivî bi xebatên hevpar ên Sînemayê heye´
Derhenerên Kurd: Pedivî bi xebatên hevpar ên Sînemayê heye
AMED (DÎHA) - Derhênerê kurd ê Îranê Hiwa Emin Nejad, di 3'emîn Mihrîcana Fîlman ya Navneteweyî a Amedê de diyar kir ku divê êdî derhênrên kurd di qada sînemayê de hevpar bixebitin û ger ku bi hevre bixebitin dê berhemên dewlemend derxin holê.
3'emîn Mihrîcana Fîlman ya Navneteweyî a Amedê; ku bi hevkariya Navenda Çanda Cegerxwîn a Şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sinemaya Rojhilata Navîn hat amadekirin bi pêşandana belgefilm û panelan berdewam dike. Mihrîcana ku îsal bi şîara "Bi Têkoşîna Azadiya Jinê Ber bi Sinemaya Azad ve" dest pe kir û diyarî 3jinên kurd ên siyasetmedar ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirn Pêşenga PKK'ê Sakine Cansiz, Endama KNK'ê Fidan Dogan û Endama Meclisa Ciwanan Leyla Şaylemez hate kirin, bi tevlêbûn û eleqeyek mezin didome. Di mihrîcana ku di 18'ê Gulanê de dest pê kir û heta 25'ê Gulanê bidome. Di mihricanê de Derhênerê kurdê Îranê Hîwa Emîn Nejad tevlî 3'emîn Mîhrîcana FîlmAmed bû û diyar kir ku pêdivî bi xebatê hevbeş yên li ser sînemaya kurdî heye. Hîwa, da zanîn ku dema derfetên derhênerên kurd yên ku bikarebe xebatên hevbeş bike bê duruskirin wê demê dikare berhemên baştir bi afrîne. Di demekî wisa de weke derhênerekî kurd pêwistîyên wan bi xebatên hevbeş heye û wiha got: "Pêwiste weke derhênerê kurd em were gelhev fikrû ramanê xwe bîr û boçunê xwe û hestên xwe bi hevre parvebikin.pêwîstiyame bi qadekî ku em bi karebe xebatên hevbeş birêve bibe heye. Weke derhênerê kurdê bakur, başur, rojhelat û rojava pêwîste em bikevin nava hewldanan.
Derhênerê kurd ê ji Rojhelatê welat Hiwa Emin Nejad li ser wate û girîngiya mihrîcanê jî axivi û wiha got: "Ji bo min cîhekî gelek girîng ê vê mîhrîcanê heye .Weke takekesî ji bo min ev mihrîcan gelek sudmend derbas bû û hêz û coşek mezin mın jê girt. Mihrîcana belgefilma filmamed mîhrîcanekî tekane takekesî û cuda bû. Bi tenê filmên dokumanter girtî dest. Ev yek gelek girînge. Li gorî mîhrîcanê din ev mihrîcan taybetmendîyekî wî hebû bi tenê li ser filmên dûkumanter sekinîye di mihrîcanên dinan de ev yek tûne bû lewma gelek bala min kişan. Di vê mihrîcanêde bes yek janrekî sînemayê bikar anî bû. Ev yek jî cudahîya herî sereke ya vê mihrîcanê bû. Ji ber ku yek xal girtibû dest. Di virde yek bask girtî dest ev jî gelek perwerdeyîye . Ev rêbaz temaşevan bêhtir dixe bin bandora xwe û beşa ku digre dest dikare baştir vebibêje û bide nasîn. Bi taybetî di rojhilata navînde ev janra sînema a dûkumanteran baş nehatî vegotin û baş ne hatî nasandin. Dema dukumanter tê gotin hemû kes têdigêhêje ku kişandina dîmenekî hêsan. Weke roportajek an jî weke kişandina dîmenekî nûçeyan têdigehêje. Bi şaşî digre dest. Lê belê curên janrên (akim) sînema cudaye, taybetmendî yê wanê statîki heye. Vegotinekî xweşikbûnê hildigre heye. Sînema dereng hat nava Kurdiustanê. Lê li gel ku dereng hat jî gavek mezin avêt. Hemû cîhan kurdan êdî nas dikin. Derhênerên kurd dikarin xwe û çanda xwe bidin nasîn. Mînaka vê yekê Yilmaz Guney, civaka kurd girtiye dest."
Divê xabetek hevpar hebe
Emin Nejad, bal kişand ser xebatên hunermendên kurd û xwest êdî hemû derhênr û hunermendên kurd hevpar xebata çand, huner û sînemayê bimeşinin. Nejad, wiha got: "Divê êdî sîmemavanên kurd li 4 aliyên welat xebata hevpar bimeşînin."
'Divê sînemaya kurd di nava rupelên cîhanê de cihê xwe bigire'
Derhênerê Herêma Federal a Kurdistanê Samî Kaka, jî ani ziman ku bi tevlêbûna Mihrîcana Amedê pir kêfxweş e û wiha got: "Bi vê mihrîcanê belgefîlm û sînemaya çar aliyê Kurdistanê hatin cem hev. Min ev mihrîcan pir erêni dît. Ev mihrîcan rê li pêş guhertin û pêşketina çanda çar aliyan vedike. Dema em li dîroka sînemeya kurd dinerin em dibînin ku pêşketinek heye. Divê sinemageriya kurd jî li ser bingehê xurt ava bibe û pêş bikeve. Ji bo vê yekê ev mihrîcan ji bo pêşketin û avakirina li ser bingehê xurt giring e. Di serdema niha de teknolojî pêş ketiye û Sekrotên sînemayê dikarin bi profesyonelî xebatê bimeşînin. Divê em jî vê yekê li ber çavan bigirin û sînemaya kurd bi cîhanê bidin naskirin û dui nava rûpelên dîrokêde bi cih bikin. Kurd di vê serdemê de tiştên ku nikarin di qada siyasî de bikin dikarin di qada çandî d bikin. Ji ber vê yekê divê sînemaya kurd pêş bikeve û dinava rûpelên cîhanê de cihê xwe bigire
(myk/mae)
