1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Penaber: Pereyên YE ji bo me dişîne diçe ji çeteyan re
Penaber: Pereyên YE ji bo me dişîne diçe ji çeteyan re,penaber,pereyên,ye,ji,bo,me,dişîne,diçe,ji,çeteyan,re

Penaber: Pereyên YE ji bo me dişîne diçe ji çeteyan re

A+ A-

ERDOĞAN ALAYUMAT

HATAY (DÎHA) - Penaberên Sûriyeyî bertek nîşanî gotina îxtîdara AKP'ê ya "Me di 3 salan de 10 milyar dolar pere li penaberan xerç kir" dan û diyar kirin ku ev ji kok ve derew e. Penaberan, destnişan kir ku AKP bi van pereyên NY'ê alîkariyê bi çeteyan re dike û penaberên Sûriyeyî heta niha bi tu awayî alîkarî negirtine.

Serokwezîr û Serokomarên Tirkiyeyê her ku diçin welatên Ewropa tev li civînan dibin, pirsgirêka penaberan dixe rojeva Ewropayê. Rayedarên Îxtîdara AKP'ê di ziyaretên welatên Ewropayê de diyar kirin ku Tirkiye pêdiviyê deh hezaran penaberan pêşwazî dike û di 3 salên dawi de 10 milyar dolar pere li penaberan xerç kiriye. Penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê dijîn ertek nîşanî vê polîtîkaya AKP'ê dan û diyar kirin ku ev derew e.

Penaberên li ambarên kevn ên Reyhanliya Hatayê dijîn diyar kirin ku di nava şert û mercên pir zor û zahmet de dijîn. Penaberan da zanîn ku di nava zeviyan de rojê 20 TL dixebitin û zahmetiyên mezin dijîn. Penaberên Sûriyeyî destnîşan kirin ku şert û mercê wan ê jiyanê pir xerab e û bandora neyînî li ser tenduristiya wan dike. Ji ber avhewa û sermayê gelek zarok nexweş ketine û nikarin zarokên xwe derman bikin. Penaberên Suriyeyî dan zanîn ku hikûmeta AKP'ê li derve pesnê xwe dide û diyar dike ku alîkariyê dide wan, lê heta niha wan tu alîkarî ji hikûmet û dewletê negirtiye.

'10 milyar dolar ne li penaberan, li çeteyan xerç kir'

Welatiyê ji Hamayê Alî Halid 3 sal berê koçî Hatayê kir. Bavê 6 zarokan e û hemû zarokên wî nexweş in. Ji ber derfetên wan tune nikare zarokên xwe derman bike. Halîd betal e û bi zahmetî debara xwe dike. Halid, destnîşan kir ku dewletê tu alîkarî bi wan re nekiriye û pereyên ku YE ji wan re dişîne tev diçe ji çeteyên DAIŞ û El Sunrayê re. Halît, anî ziman ku di 3 salan de tenê 2 caran alîkarî hatiye kirin û ew jî ji aliyê komeleya "Beyaz El" ve hatiye kirin. Halid, ani ziman ku AKP diyar dike ku di 3 salên dawî de 10 milyar xerç kiriye, lê ev derew e. Halid, daxuyand ku dewleta Tirk welatên Ewropayê dixapîne.

'Em li Tirkiyeyê wekî koleyan dijîn'

Welatiyê bi navê Fadıl El Hasan jî anî ziman ku piştî şer dest pê kir wan her tiştê xwe winda kir û wiha got: "Em hatin Tirkiyeyê, lê em di şert û mercê koleyan de dijîn. Ji roja em ji Sûriyê hatine vir heta niha bi tu awayî alîkariyek ji mere nehatiye kirin. Ger ku Tirkiye bi rastî alîkarî ji mere kiribûya dê halê me ne wisa bûya. Alîkariya ji bo penaberan tê diçin çeteyên El Nusra û DAÎŞ'ê."

'Tirkiye li gelê xwe û Cîhanê derewan dike'

Welatiyê bi navê El Muhammed jî anî ziman ku şertê wan ê jiyanê pir zahmet e û Tirkiye li gelê xwe û cîhanê derewan dike. Muhammed, anî ziman ku pereyên li ser navê wan tê şandin li çeteyan tê belavkirin.

(mae)