1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Penaberên li ser axa welatê xwe
Penaberên li ser axa welatê xwe,penaberên,li,ser,axa,welatê,xwe

Penaberên li ser axa welatê xwe

A+ A-

RIHA (DÎHA) - Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçarman cih û werê xwe bi terikînin û hatin li bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê bi cih bûn. Welatiyê bi navê Ebedî Elî Şahîn û Şahîn Ramazan Elî Şahîn jî yek ji malbatên ku cih warê xwe neçar mane ji ber çeteyan bi terikînin. Dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kobanê dike dayika Ebedî Elî Şahîn bi serê xwe bi 5 zarokên xwe re hat bakurê Kurdistanê.

Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi hezaran malbatên Kobanê di şert û mercên gelek zehmet de koçî gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê kirin. Her yek ji van malbatan xwedî çîrokek bi êş û janin.Yek ji van malbatan jî malbata Şahîn e.

‘Çeteyan bi saetan topbaran kirin’

Dayika Ebedî Elî Şahîn anî ziman ku dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kobanê û gundê me kir malbata me û xezûrê min li gundê me bû û wiha got: "Tu tiştekî me tune bû. Saet di 12'ê şevê agahiya me bi tiştekî nebû, du top avêtin gundê me. Zarokên min raketîbûn, Xwesiya min bang li min kir û min bi zorî zarokên xwe derxistin û em necar man bi revin û em hatin Kobanê. Lê top avêtin Kobanê û em ji Kobanê jî koçberbûn.”

Dema ku me koç kir bi tenê serê xwe bûm

Ebedî Ehmed di dema ku ketiye rêya koçberiyê hevserê wê li malê ne bû û wiha axivî: “Hevserê min ne li malê bû ji bo kar û xebatê çûbû Beyruta Lûbnanê. Me tu kes nas nedikir. Em hatin li sînor derbasbûn û du rojan em li cihekî geriyan. Herî dawî em ketin vê wargehê.”

‘Tenê em vegerin Kobanê bila em di konan de bin’

Dayika Ebedî Ehmed çîroka xwe wiha bi dawî kir: “Dema ku em li ser gundên xwe zeytûnên me hebûn, tiştên me, mala me; lê hemû man û me winda kirin. Em li bajarê xwe bi xweşî me jiyan dikir û şervanên YPJ/YPG’ê em di parastin. Ez pir ji şervanên me hezdikim bila em vegerin Kobanê bila em dîsa di konan de bin.”

‘Dema êrîşê ez li başûrê Kurdistanê bûm’

Şahîn Ramazan Elî Şahîn anî ziman ku ji ber pirsgirêkên aborî ew li Lubnanê di xebitî û wiha got: “Ez li başûrê Kurdistanê bûm, me di Ronahî TV de temaşekir ku gotin şer li Kobanê dijwar bû. Hevala bang li me kir gotin ku yên bikaribin şer bikin bila bên û em hatin. Detpêkê em hatin Qamişlo û li wir hatin bakurê Kurdistanê piştre jî derbasî Kobanê bûn. Dema ku em hatin ji me re gotin ku şer hatiye sekinandin.”

Welatiyê Kobanê Elî Şahîn got ku dema ku şer sekinî ji ber ku pir feqîr bûn çûye Lubnanê û wiha domand: “Ez û 2 pimamên xwe bi hev re bûn. Em hatin cihê ku ceyranê lê çêdikin çeteyên DAIŞ’ê em li wir girtin. Îşkence li me kir. Em derxistin û dê me serjê bikirina. Tam kêr xistin stuyê me yek di nav de gotin ku wan berdin. “

Biratiya dualî

Elî Şahîn da zanîn ku dema ku dê derbas biba gel baweriya wan ereban hatibû û wiha pê de çû: “ Erebên gel me ji me re digotin kurd û ereb bira ne. Me jê bawer kir û em li gel wan çûn. Lê em birin xistin destên DAIŞ’ê. Dema ku em girtin destê xwe nêzî ereban nekirin û gotin hûn kafir in. Min jê re got ên ku misilmanî li cîhane bi paqijî belavkiriye kurd in. Em salekî nikarîbûn ji wir derbikevin hemû rê hatibûn girtin. Herî dawî DAIŞ’ê êrîş li ser Kobanê kir û em jî derbasî Efrînê bûn.”

'DAIŞ'ê serê kurxalê min jê kir'

Elî Şahîn diyar kir ku min bihist malbata min koç kiriye lê min ne dizanî li ku ne û wiha got: “ Ez hatim Pirsûsê ez li wan geriyam lê min ne dîtin. Yekî ji min re got ku çûyîne Kirikhaneyê. Ez çûm cem wan lê ji me re gotin ku cih tuneye ku hûn lê bimînin. Ez hatim min bihîst ku kurxalê min DAIŞ’ê dema ku li hemberî wan şer dikir girtiye û serê wî jê kiriye. Dîmenên wî li ser TV parvekiribû. Pismamekî me jî niha di destên wande ye di zindanê de digirin. Ez necar mam min zarokên xwe birin û em çûn Antalya yê. Lê tu kesî kar nedame û em necar man û em carek din vegeriyan. Em 15 rojan li Pirsûsê man ji derve û herî dawî gelê me li me xwedî derket û em ketin nava konbajaran.”

'Silav ji bo şervanên YPG/YPJ'ê'

Elî Şahîn di dawiya axaftina xwe de silav û rêzên xwe ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji PKK’ê û ji bo şervanên YPJ/YPG’ê şandin. Eger ew nebûna wê hersê kantonên me têk çûbana.

(kom/oî/wk)