`Pergal li hemberî tevgera gelê kurd têk çû`
Prof. Dr. Cangizbay: Pergal li hemberî tevgera gelê kurd têk çû
Hîndekarê Zanîngeha Gaziye Prof. Dr. Kadîr Cangizbay, anî ziman ku tu konseptên hikûmeta AKP'ê ya ji bo pirsgirêka kurd tune û wiha got: "Konsepta îmhaya kurd berdewam dike. Lê Kurdan di Newrozê de xwazên xwe danin holê. Pergal li hemberî tevgera gelê kurd têk çû. Bi tecrîda li ser Ocalan dixwazin gelê kurd kêm bixin"
Gelê kurd di pîrozbahiya Newrozê de li gel hemû qedexe û astengiyên dewletê û polîsan dîsa bi milyonan derketin qadan û li dora Agir Newroz pîroz kirin. Kurdan di pîrozbahiya Newrozê de 4 daxwazên xwe yên sereke anîn ziman û dawazên xwe aşkere kirin. Hîndekarê Zanîngeha Gaziyê Prof. Dr. Kadir Cangızbay, der barê helwesta hikûmeta AKP'ê û helwesta gelê kurd a di Newrozê de ji ajansa me DÎHA'yê re nirxandin kir. Cangizbay, anî ziman ku tu fikar û armanca hikûmetê ya pirsgirêka kurd çareser bike tune û wiha got: "li ser navê hewldana çareseriyê weritandin û mijûlkirin heye. Ev jî ketinî ye.
'Xweseriya Demokratîk madela cîhanê ye'
Cangizbay, da zanîn ku li Tirkiyeyê hêj benda ji sedî 10 heye û wiha axivi: "Li aliyekî mafê rêxistinî tê astengkirin û li aliyê din dê bêjin 'Me hewldana çareseriya kurd kir' û bi vê hewldana xwe dê bixwazin di nava gelê kurd de şer û pevçûnê çêkin. Dê bi vê yekê bixwazin di nava kurdan de cudatiyê ava bikin û 2 aliyan bînin hemberî hev. Divê berî her tiştî mafê rêxistinbûnê pêş bikeve. Li gorî pergala cihanê ya nû dixwazin welatiyan di nava sînorê bîr û baweriyê wan de heps bikin û bixeneqînin. Lê dijberî vê yekê divê kurt û tirkên ku li heman taxên dijîn karibin di nava hevde bi hevre bijîn û parve bikin. Divê em vê yekê bi rêxistin bikin. Modela Xweseriya Demokratîk mafê rêxistinbûna demokratîk e. Xweseriya Demokratîk, divê modela cîhanê be."
'Modela Sri Lankayê pêk tînin'
Cangizbay, helwesta hikûmetê ya li ser navê hewldanê gavan davêje jî rexne kir û wiha got: "Gotin em dê her tiştî çareser bikin. Lê tiştek çareser nekirin. Ji ber vê xetimandinê li Xabûrê hiqûqa taybet pêk anîn. Kesê di nava komê de hat got 'Ez gerilla me. Ez bi fermana vîna xwe hatim' Lê hiqûqa taybet jî bi fermana Erdogan dibêje na tu bi vîna xwe ya azad nehat, tu ne gerîla ye tu ji bo poşmaniyê hat' Ev hiqûqek awarte ye."
Cangizbay, da zanîn ku hikûmeta AKP'ê di 2009'an de xuya kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd dixwaze modela Sri Lankayê pêk bîne û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê fikirîn ku PKK'ê û Ocalan bixapînin. Ji ber ku pir nezan in. Vana rastiya civakê nizanin. Her tiştî wekî şîrketê dizanin. Dibêjim em bi patronê şîketê re biaxivin û li hev bikin temam e xelas bû. Çima dest ji çekê berdin. Ji xwe hûn kesên bêçek û siyasetmedaran jî digirin."
'Polîsê serokwezîr hulmust li wekîlê gel da'
Cangizbay, destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê di her axaftina xwe de BDP'ê bi bêînsiyatifiyê sûcdar dike wiha pêde çû: "Zarokên herî xas ên darbeyê ev in. Ji ber ku di meclîsê de darbeye çê dikin. Destûr nadin ku meclîs komî ser hev bibe. 9 parlementer li girtîgehê ne. Parlementeriya Hatip Dîcle hatiye dizîn. Polîsê AKP'ê radibe diçe hulmuskê li parlementerê gel ê herî bi edeb û bi hurmet Ahmet Turk dide. Ji vê yekê wêtetir tu tişt nabe. Bombeyên gazê davêjin parlenenterê BDP'ê. Ev darbeya siyasî ye. Ancak Naziya Alman vî tiştî bike."
'Bombe bi destê xwe danîn'
Cangızbay, bilêv kir ku AKP'ê xwest Newrozê tenê di roja 21'ê Adarê de bi sînor bike û wiha bilêv kir: "Ev yek sextekarî ye. Beriya Newrozê bi destê xwe bombe danîn û bi destê xwe bombeyên xwe dîtin û xwestin alozî û tevliheaviyê bikin. Erdogan got me îstîxbarat girt û pişt re balafirên wî çûn li Roboskiyê 34 welati qetil kirin. Erdogan diçe leşkeriya bi bedel derdixe. Lê li aliyê din jinên ciwan ên kurd li gel ne mecbûrî ye jî çekê hildigirin. Di Newrozê de jî derket holê ku pergal li hemberî tevgera gelê kurt têk çû.
Cangizbay, destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 240 rojin di bin tecrîdê de tê girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tecrîda li dijî Ocalan wekî hulmuska li dijî Ahmet Turk e. Ev neheqiyek mezin e li dijî gelê kurd û vîna gelê kurd tê kirin. Ji xwe li her terê ji kurdan re dibêjin 'Tu terorîst e' Pêkanînên xwe rewa dibînin.
'Ên qandîlê jî welatiyên vir in'
Cangizbay, bilêv kir ku ji ber polîtikayên AKP'ê bi ser neketine dest bi konseptek nû kiriye û wiha got: "Kesên li Qendile jî welatiyên vir in. Lê hikûmet li pey konseptek nû ye. Dixwaze kemînekê çêke. Divê kes ji van daxuyaniyên nû bawer neke. Ger ku li qandîlê mirov hebin wê demê pirsgirêk li DYA û li cem Barzanî çareser nabe. Divê bi muhataban re pirsgirêk çareser bibe."
(mae)
