1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Petrola Başûrê Kurdistanê di sala 2010 de dibe du qat
Petrola Başûrê Kurdistanê di sala 2010 de dibe du qat,petrola,başûrê,kurdistanê,di,sala,2010,de,dibe,du,qat

Petrola Başûrê Kurdistanê di sala 2010 de dibe du qat

A+ A-

HEWLÊR - Hat diyarkirin ku wê petrola Başûrê Kurdistanê di sala 2011 de bibe 2 qat. Herwiha êdî Hikûmeta Navendî ya Iraqê jî peymanên Hikûmeta Kurd ya derbarê petrolê de bi awayek fermî nas dike.

Li gorî ajansa nûçeyan AFPê ya Fransî wê li herêma Kurdistan a Fedaral derxistina petrolê sala 2011 an bibe du qat. Edî hukumeta navendî ya Iraqê jî peymenên herêma Kurdistan a Federal nas dike.

AFP cîh da roportaja ku di vê derbarê de bi Serokwezîrê Irakê Nurî el Malikî re kiriye. Malikî gotiye di vê derbarê de peymanên ku hukumeta herêma Kurdistanê bi firmayên petrolên re dike ji wan re bi hurmetin û nasdikin.

Di derbarê parkirina hatinên petrolê de di navbera hukumeta herêmê û hukumeta navêndî de ji ber ku pirsgrek derketibûn, serê nîvsalekê derxistina petrolê hatibû rawestandin.

Lê ji 3 sibatê û vir ve ye, dîsa dest bi derxistina petrolê li herêma Kurdistan hatiye kirin. Li Başurê Kurdistan rojanê 200 hezar bermîl petrol derdiket.

ANF