1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Petrola Lîbya ket destê serhildêran
Petrola Lîbya ket destê serhildêran,petrola,lîbya,ket,destê,serhildêran

Petrola Lîbya ket destê serhildêran

A+ A-

BRÛKSEL - Komîserê Vejena Yekîtiya Ewrûpa YE’ê Gunther Oettinger ragehand ku çavkaniyên gaz û petrolê yên bingehîn yên Lîbyayê ji destê Serokê Lîbyayê Mûammer Qeddafî derketiye û ev çavkaniyên hanê niha di bin kontrol û pişkînîna serhildêr û raperîneran de ne.

Oettinger li Brûkselê civînekê bi endamê çapemeniyê re li dar xist û diyar kir ku pişkînîna çavkaniyên mezin û bingehîn yên petrol û gazê yên Lîbyayê ji destê Qeddafî derketiye; Oettinger got: “Ev çavkaniyên hanê niha di bin kontrol û pişkînîna eşîr (hoz, êl) û hêzên demkî desthilatdarî bi dest xistine de ne.”

Oettinger got ku biryar wergirtine ku di nav van şertan de ‘dê ji sepan û danîna gemaroyê (ambargoyê) dûr bin’. Oettinger da zanîn ku hilberîna petrolê li vî welatî hatiye rawestandin, lê belê di demeke nêz de dîsa dest bi hinardekirinê bê kirin.

Oettinger derbirî ku ‘hinardekirina gaz (xaz) û petrola Lîbyayê nabe bê paşguhkirin, lê ne zêde û pirole ye’. Oettinger da zanîn ku rêjeya tevayî gaza Lîbyayê li bazara YE’yê di binê ji sedî 3 de ye, rêjeya petrolê jî kêmî ji sedî 10’î ye.

Oettinger bal kişand ser petrola ji welatên hilberîner yên wek Rûsya û welatên OPEP’ê tê û diyar kir ku di piraniya şert û rewşan de YE ‘bi pîvanek nayê paşguhkirin xwedî rezervên petrolê’ ye.

Lîbyaya ku endamê OPEP’ê ye, di nav hilbirînerê petrola Efrîkayê de yek ji wan çar welatan e. Li gor Ajansa Vejena (Enerjiya) Navneteweyî Lîbya di rewşên asayî de rojane 1,69 bermîl petrolê hildiberîne (berhem tîne) û 1,49 bermîlê hinardeyê derve dike. Ji vê hinardeya hanê ji sedî 85 ji Ewrûpayê re dikeve. Di nav welatên Ewrûpayê de jî Îtalya kirryarê yekemîn ê petrola Lîbayê ye.

ANF