1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Peyamên ku Gul li Amedê bide gelek girîn
Peyamên ku Gul li Amedê bide gelek girîn,peyamên,ku,gul,li,amedê,bide,gelek,girîn

Peyamên ku Gul li Amedê bide gelek girîn

A+ A-

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku doza Fermandarê Alaya Qeyseriyê yê berê û Fermandarê Koma JÎTEM'ê Serheng Cemal Temîzoz şopand, ji bo zelalkirina tiştên di salên 1990'an de bên ronîkirin, balkişand ser avakirina Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan. Demîrtaş, têkildarî gera Serokomar Gul ya Amedê de jî wiha got: "Eger di demeke ku pirsgirêk tê nîqaşkirin de peyamên wî dê ji bo çareseriyê, gelek girîg be."

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku doza JÎTEM'î ku Fermandarê Alaya Qeyseriyê yê berê û Fermandarê Koma JÎTEM'ê Serheng Cemal Temîzoz û sercerdewan Kamîl Atak têde tên darizandin şopand, di derketina edliyeyê de pirsên rojnamevanan bersivand. Demîrtaş, rewşa doza JÎTEM'ê nirxnad û wiha axivî: "Di salên 90'an de bi taybet li heremê bi hezaran kes di çarçoveya kuştinên kiryar ne diyar de hatin kuştin. Bi rastî gelê heremê dizane ev kuştin çewa pêkhatine, lê dewletê heta niha ji bo ronîkirina van kuştinan tiştek nekiriye." Demîrtaş, bi lêv kir ku, gelek girîngiyê didin Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan û diyar kir ku ji bo bûyer ronî bibin divê dewlet bi boneya parastina şahidan hin pêkanînan çêbike. Demîrtaş, da zanîn, eger komîsyon bê avakirin, dê gelek kes ji bo agahî bidin dê serî lê bidin û wiha pêde çû: "Eger ev komîsyon bê avakirin, dê bi hezaran bûyerên tarî bên ronîkirin. Eger îro komîsyon bê avakirin gelek kes dê agahî û belgeyên di destê xwe de bide komîsyonê. Îro li vir tenê li ser mînakekê doz tê dîtin. Lê li heremê 3 hezar gund hatin şewitandin, ev qas kuştinên kiryar nediyar hatin jiyîn. Gel ev çewa pêkhatin. Em darizandinek edîl dixwazin. Ji bo me ya girîng ev e. Ez hêvî dikim, bi vesîleya vê dozê rastî dê derkevin holê."

'Peyamên ku dê serokomar bide girîng in'

Demîrtaş, gera Serokomar Gul ya Amedê jî nirxand û wiha axivî: "Serokomar, diçe gelek bajarên Tirkiyeyê. Amed jî yek ji van e. Dema rayedarên dewletê tên Amedê dibe awarte. "Eger di demeke ku pirsgirêk tê nîqaşkirin de peyamên wî dê ji bo çareseriyê, gelek girîg bin.

DÎHA (lg/mae)