1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Peykerê jina legeng Rêvana Rojava
Peykerê jina legeng Rêvana Rojava,peykerê,jina,legeng,rêvana,rojava

Peykerê jina legeng Rêvana Rojava

A+ A-

KOBANÊ – Tevgera Civaka Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jin Peykerê jina leheng Rêvana Rojava ya ku teslîmiyet qebûlnekir û çalakiya fedaî li hemberî çeteyên DAIŞ`ê lidarxist di destpêka ketina bajarê Kobanê danîn.

Ji bo bîranîna şervana YPJ’ê Rêvan Rojava û 7 hevalên wê ’Arîn Mîrkan, Koçerîn Cûdî, Baran Serhed, Botan Yilmaz, Mahir Jiyan, Çekdar Efrînê û Paramaz Qezlipaş’ ku di berxwedaniya li hemberî êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê de şehîd bûne, Tevgera Civaka Demokatîk û Yekîneyên Parastina Gel bi hev re peykerekî bîranînê li Qada Şehîdan a li ser riya ketina gundê Helincê yê Kobanê danîn.

Ev peyker bi merasîmekê ku endamên saziyên di bin sîwaneya TEV-DEM’ê de kar dikin, şervanên YPG, YPJ û endamên Asayîşê beşdarî bûn, hate danîn.

Piştî toreneke leşkerî ku şervanên YPG û YPJ’ê pêşkêş kirin, Fermandara YPJ’ê Rojda Kobanê axaftinek kir. Rojda got “Şehîd Rêvan wê hertim di hafîzeya her jineke Kurd de sax bimîne. Wê riyhê jina Kurd a rizgarkirî bi çalakiya xwe ya lehengî temsîl kir.”

Rojda Kobanê bal kiaşnd ku Rêvan yek ji şervanên xwedî rihê şoreşger, vîna xurt û ji yekemîn kesên ku berê xwe dida çeperên şer û qadên berxwedaniyê.

Paşê li ser navê Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG), Bêrîtan Asya, Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Arif Balî, peykertiraş Henan Mustefa Şêx û li ser navê malbata şehîd Rêvan, Leyla Ebdî axivîn.kob-danina-peykere-revan-2

Di hemû axaftinan de rola girîng a şehîdan di avakirina jiyana azad û bi rûmet de hate vegotin.

Piştre di nava durişemnyên “Şehîd Namrin” û “Bijî Serok APO” de perde ji ser peykerê ve hate rakirin.

Têkoşera Kurd Medîna Mamo ango Rêvan Rojava di 26’ê îlona 2014’an de bi çalakiyeke fedayî ya li gundê Gulmetê yê li başûrê Kobanê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê şehîd bû.

Ji bo bîranîna wê, Peykertiraşê Kurd Henan Mustefa Şêx ji beriya sê mehan ve dest bi amadekirina peykerekî wê kiriye û beriya çend hefteyan bidawî kir.

(he)

ANHA