1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. 'Peymana Avhewayê nikare bi germahiya global'
'Peymana Avhewayê nikare bi germahiya global',peymana,avhewayê,nikare,bi,germahiya,global

'Peymana Avhewayê nikare bi germahiya global'

Saziyên endamê tevgera bi navê "Ne Avhewa, Guhertina Sîstemê" destnîşan kirin, ku peymana avhewayê ya li Parîsê hat qebûlkirin, xwedî hêza pêkanînê nîne

A+ A-

VIYANA - ANF Endamên Tevgerê saziyê bi navê Fîan, Attac û Vîa Campesîna li Viyanayê konferanseke hevpar a çapemeniyê lidar xistin û diyar kirin ku peyman gelekî 'qels' e.

Saziyên hawirdorparêzan rexne kirin, ji ber ku ev peyman li hemberî welatên endamê Neteweyên Yekbûyî xwedî hêza pêkanînê nîne û dan zanîn ku armanca bisînorkirina germahiya global bi 1,5 pileyî, ji bo demeke gelekî dûr hatiye taloqkirin.

Li gorî tevgera avhewayê, bi sozên ji aliyê dewletan ve niha hatiye dayîn re, germahiya global wê li gorî sedsala 19'an bi 2,7 heta 3,7 pileyan zêde bibe. Ji bo xwegihandina armanca 2 pileyî jî, divê bi lezgînî tedbîrên tund werin wergirtin.

Lê belê kontrola destpêkê ya li ser kar û barên li hemberî germahiya global bên kirin, wê di sala 2023'an de were kirin. Her wiha peymana li Parîsê hat peijrandin, wê ji sala 2020'an û pê ve derbas bibe. Tê texmînkirin ku heta hingî germahiya global bigihêje 1,5 pileyî.

Bi vî rengî wê armanca 'heta sala 2050'î kişandina asta normal a belavkirina karbondîoksîtê' wê rewşeke nediyar be.

Xaleke din a ku rêxistinên hawirdorparêz rexne dikin ew e ku, di peyamê de li ser welatên gaz, petrol û komirê bi kar tînin, ti beş nehatiye destnîşankirin. Di vê mijarê de bi taybetî bal têkişandin ser peymanên bazirganiya serbest TTIP, Ceta û Tîsa yên navbera parzemînan û hat destnîşankirin ku ev peymanên qala wan tê kirin, serbestiyeke gelekî mezin dide bazirganiya enerjiyên fosîlê.

Di konferansa li Viyanayê de mijareke din a girîng ku hat rexnekirin ew bû; ku di peymana avhewayê de bal nehatiye kişandin ser mafên mirovan. Gelên xwecihî, masîgir, cotkarên xwedî erd û koçberên wê herî zêde zerarê ji guhertina avhewayê bibînin, di peymanê de cih negirtin, lewma peyman rastî rexneyên tund hat.