1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Pirsa gorên komî ji Erdogan hat kirin
Pirsa gorên komî ji Erdogan hat kirin,pirsa,gorên,komî,ji,erdogan,hat,kirin

Pirsa gorên komî ji Erdogan hat kirin

A+ A-

BDP'ê têkildarî gorên komî yên li heremê derketine û her wiha yên li benda vekirine bi daxwaza bersivandina Serokwezîr Erdogan pirsnameyek da meclîsê.

Parlamenterê BDP'ê yê Amedê Akin Bîrdal, di pirsnameya xwe de diyar ki ji ber pirsgirêka kurd nehatiye çareserkirin di warê mafê mirovan û azadiyan de gelek pirsgirêk hatine jiyîn. Bîrdal, destnîşan kir ku gorên komî cardin hatine rojeva Tirkiyeyê û wiha axivî: "Di demên derbasbûyî de di 1926'an de li Geliyê Zîlanê û di sala 1989'an de jî Newala Qesaba hêj di hişên civakê de ye. Herî dawiyê nîşaneyên sûcên li hemberî mirovahiyê hatine kirin, li di sala 2003'an deli mezraya Duzpelita gundê Bagcilara Pasurê derket holê. Wê derê 8 sivil hatin ketilkirin û disa di sala 2004'an de li mezraya Kepnê ya gundê Alacakoya Pasurê jî 11 sivil hatin qetilkirin. Hestiyên van kesan piştre hatine dîtin."

Lîsteya gorên komî

Bîrdal, daneyên ropora Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ya têkildarî gorên komî jî bibîr xist û ev agahî dan: "Di encama lêkolînan de lîsteya gorên komî; Sêrt/5 gor/206 kes, Amed, 19 gor/216 kes, Wan 9 gor/149 kes, Êlih 8 gor/102 kes, Colemêrg 6 gor/68 kes, Çewlik 5 gor/57 kes, Şirnex 4 gor/80 kes, Mêrdîn 4 gor/35 kes, Elezîz, gorek/ 50 kes, Agirî gorek/41 kes, Dêrsim gorek/19 kes, Îdir gorek/14 kes, Dîlok gorek/ 10 kes, bi gişti di 88 gorên komê de hestiyên hezar û 289 kesan hatiye dîtin." Bîrdal hestîyên di gorên komî yên hatine vekirin de hatine dîtin jî wiha rêz kir: "Di gorên hatine vekirin de li Sêrtê hestiyên 8 kesan, Amedê 30 kes, Şirnexê 5 kes, Rihayê kesek, Mêrdînê 7 kes, Êlihê 11 kes, Elezîzê yek kes, Çewlikê 38 kes, Bedlîsê 18 kes an hatiye dîtin. Her wiha li Stenbol, Amed, Tarsus, Konya, Enqere, Êlih û Cizîrê jî hestiyên aydê 10 kesan malên gorê yên Hizbûllahê de derketine holê."

Bîrdal ji bo serokwezîr bibersivîne ev pirs, pirsîn: "Hûn ji bo vekirina gorên ku tê gotin nehatine vekirin çi difikirin? Hûn dê der barê berpsiyarên gorên komî yêna hatine vekirinde lêpirsîn bidin destpêkirin? Hûn dê ji bo nasnameyên hestiyan bên zelalkirin benqeya daneyên DNA'yê vekin an na? Gelo hûn difikirin Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan avabikin? Hûn dê ji bo kiryarên gorên komî bên darizandin, staduya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) qebûl bikin?"

DÎHA (lg/mae)