1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Pirtûka Bahoz Baran a bi navê “Rêzimana Kurmancî”
Pirtûka Bahoz Baran a bi navê “Rêzimana Kurmancî”,pirtûka,bahoz,baran,a,bi,navê,rêzimana,kurmancî

Pirtûka Bahoz Baran a bi navê “Rêzimana Kurmancî”

Pirtûka Bahoz Baran a bi navê “Rêzimana Kurmancî” vê heftê ji nava weşanên Belkiyê derket.

A+ A-

Pirtûka Bahoz Baran a bi navê “Rêzimana Kurmancî” vê heftê ji nava weşanên Belkiyê derket. Bahoz Baran bi salan e di bin baniya Kurdî-Der’ê de dikeve dersên rêzimanê û li ser mijarên bialozî bi dehan gotar nivîsîne. Di pirtûkê de 17 mijarên rêzimanê bi awayekî berfireh û bipergal hatine vegotin. Di vê pirtûka xwe de Bahoz Baran mijarên rêzimanê bi zimanekî zelal vegotine û bi mînakan ew dewlemendtir kirine. Hinek mijarên wek “Wateyên Peyvan”, “Lêkernav”. “Çewtiyên Vegotinê” bi awayekî berfireh lê rêzimanê hatine zêdekirin. Ji bo pirsgirêka hin tîpên alfabeyê jî hinek pêşniyaz hatine kirin. Di mijara gihanek û daçekan de jî xebateke berfireh hatiye kirin û gellek gihanek û daçek yek bi yek tev li peywirên xwe hatine vegotin.

Di pirtûkê de Bahoz Baran guh daye fonetîka Kurmancî û li ciyên pêwîst tîp dubare kirine. Herwiha ji bo rêzimaneke têkûz qertafa diyariyê ya peyvên nêr jî bi temamî hatiye bikaranîn. Cara yekemîn e ku gellek qertaf û rayekên lêkeran bi awayekî bi rêk û pêk tev li peywirên xwe hatine dayîn. Di warê paşgiran de 112 hêman, di warê rayekên lêkeran de jî 80 rayek tev li peywir û mînakên xwe hatine şîrovekirin. Di vê xebatê de li ser lêkerên bêrist jî xebateke berfireh hatiye kirin û ew lêker li gorî hinek taybetiyan hatine sinifandin. Di warê zayenda peyvan de jî ji xebatên heyî sûd hatiye wergirtin û ji bo tiştên bingehîn lîsteya zayenda peyvan hatiye amadekirin.


Di warê Kurmancî de tiştê herî zor yek jê jî rastnivîs e. Bahoz Baran di vê pirtûkê de li ser rastnivîsa 1150 peyvî rawestiyaye û lîsteyek amade kiriye. Herwiha ji bo rastnivîsê di warê qertaf û hêmanên din de jî xebat hatine kirin. Piştî pêvajoya amadekirinê, pirtûk ji aliyê hin kesên pispor ve hatiye nirxandin. Li gorî wan pêşniyaz û nirxandinan pirtûk careke din di ber çavan re hatiye derbaskirin.


Bahoz Baran, Rêzimana Kurmancî, weşanên Belkiyê, 346 rpl. 25 tl.