1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Pirtûka Bariye Bala, “Baqê Gul” hat weşandin.
Pirtûka Bariye Bala, “Baqê Gul” hat weşandin.,pirtûka,bariye,bala,baqê,gul,hat,weşandin

Pirtûka Bariye Bala, “Baqê Gul” hat weşandin.

A+ A-

RAHMÎ YAGMÛR -ANF / 29 Gulan 2011 MOSKOW - Pirtûka nivîskarê Kurd ê ji Qezekîstanê Bariye Bala, a bi navê “Baqê Gul” hat weşandin. Bi ya Balayê ku bavê di şerê li hemberî faşîzma Hîtler de jiyana xwe ji dest dayî diyar dike ku bi hilweşîna Sovyetê re rewşembîriya Kurdan belav bûye û niha tenê bi xebatên kesî berdewam dike. Bala derbarê rewşa dawî ya wêjeya Kurdên Qefqasyayê de agahî da ANF’ê

Bahriyê Bala piştî di dibistana navîn de zimanê Azerî dixwîne, li Ensitîtuya Pedagojî ya Ziman û Dîrokê ya Xaçatur Abuvyan a dewletê dixwîne, li Ermenîstanê demek dirêj mamostatî, rêvebertî û mufetîştî kiriye. Pirtûka wî ya bi navê “Duniya Min” li wir hat weşandin. Di sala 1989 de jî piştî nêzî 50 hezar Kurdên Misilman ji Ermenîstanê hatin sirgûnkirin, ew jî ligel wan tê sirgûnkirin, pirtûka bi navê “Kuda Herim” a ku vê koçberiyê vedibêje nivîsand.

Helbestkar û nivîskar Bariyê Bala hê jî li Qezekîstanê dijî, riya xwe ya wêjeyê wiha rave dike; “Dayîk û dapîra min mîmarê giyanê min ên wêjeyê bûn. Xebata Kurdî û ronakbîriya Kurd a li Ermenîstanê, hişt ez jî dest bi xebata Kurdî bikim Min firsenda xwendina pirtûkên wêjeya Kurdî ya klasîk û vê sedsala berê dît. Min ji xebat û berhemên wan mamostayan îlham girt û hewl da li ser riya wan bimeşim.”

PIŞTÎ HILWEŞÎNA SOVYETÊ RONAKBÎRIYA KURDAN BELAV BÛ

Ligel helbest û şanoyê, Bariyê Bala romanan jî dinivîse û berhemên wî yên nû hene. Bala dibêje “Ez pênûsa xwe bi hêviya parastina gel û zimanê xwe bi kar tînim”. Bi ya Bala piştî hilweşîna Sovyetê rewşembîr û ronakbiriya Kurdan a li Êrîvanê belav bû. Bala bal dikişîne ku xebatên niha têne meşandin, ji aliyê kesan ve tên meşandin û ev yek ji pêdiviyên civaka Kurd re nabin bersiv.

Bala diyar dike ku kesên taybetmendiyên civak û dîroka xwe nezanin, nikarin binivîsin û wiha derbarê cîhana wêjeyê de diaxive; “Sînordariya derfetan û belavî bandor li valatiya helbestê dikin. Ji ber wê jî wêjeya me bi qasî ku em dixwazin pêş nakeve.”

Helbest hunera heskirinê ye. Mirov li ser xweza, evînê dinivîsin. Gava mirov ji dayîka xwe dibe, bi xwe re heskirinê tînin cîhan. Jiyanê bi heskirina dayîk û bavê xwe dest pê dike. Di temenê ciwan de dibe evîndar. Lê ji vana hemûyan wêdetir evîna welat heye. Ev ji bo hinekan agirê evînê yên qet venamiriye. Ev hestên min bûne helbest û roman. Ji ber wê jî helbestkar dilê gelekî ne.”

LI QEZEKÎSTANÊ ZEXTÊN LI SER KURDAN DIDOMIN

Bariyê Bala diyar dike ku hesta welatparêzî ya Kurdên li Qezekîstanê pir xurt e û wiha qala sedemê vê yekê dike; “Ger ew bi zordarî û zextan hatibin koçberkirin jî, lê ew parçeyek ji Kurdan in. Ev zext îro jî didome. Kesên ku trajediya wê demê ji kesên bi temen nebihîstî tune ye. Li vê derê hesret ji bav derbasî kur dibe, ji dapîrê debasî neviyan dibe. Vana şopek li ser dilê me hiştine. Em biyaniyên Asyaya Navîn in, em li xerîbiyê ne. Înkar dikin, biçûk dixin, lê ji bo me nasnameya me sedema hebûna me ye.”

Bala piştî demekê bi pirtûka xwe ya bi navê “Baqê Gul” derket pêşberê xwendevanên xwe. Bi ya Bala nivîsandina bi Kurdî erkê herî xwezayî yê nivîskarên Kurd e. Bala dibêje; “ Gel bi zimanê xwe tê nasîn, Ger zimanek nebe, ew gel jî tune ye.”. Pirtûka Bala ya ku qala evînê dike, ji lîstoka şano “Seyran”, trajediya “ Mihê û Tellî” a, “Paşa û Pakîze” û helbestên welatparêziyê pêk tê.

ANF NEWS AGENCY