1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Pirtûka bi navê "Ferhenga Sêrtê" derket
Pirtûka bi navê "Ferhenga Sêrtê" derket,pirtûka,bi,navê,ferhenga,sêrtê,derket

Pirtûka bi navê "Ferhenga Sêrtê" derket

Ferhenga dîrok û erdnîgariya Sêrtê ji nû ve hat nivîsandin

A+ A-

Pirtûka bi navê "Ferhenga Sêrtê" dîrok û erdnîgariya Sêrtê ji nûva hate nivîsandin. Pirtûka ku ji aliyê Revêberê Şaxa Komeleya Mafe Mirovan a Sêrtê Abdullah Gurgen ve hate amadekirin ji aliyê şaredariyê ve hat çapkirin. Di pirtûkê de navên gund û navçan a kurdî nivîsandî ne.

Şaredariya Sêrtê di meha cotmehê de pirtûka bi navê "Ferhenga Sêrtê" çapkir. Di pirtûka ku erdnîgariya dîrokî ya Sêrtê tê vegotin de navên kurdî yên bajar û navçan jî tê nivîsandin. Pirtûka ji aliyê Rêveberê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Sêrtê Abdullah Gurgen ve hate amadekirin bi 10 çapan ji nû ve derket.

'Navên çiya, gund û robarên me ên hezar salan hat guhertin'

Abdullah Gurgen diyar kir ku wî ji ber guhertina navên gund, çiya û robaran hewceyî amadekirina pirtûkeke bi vî rengî dîtiye û wiha axivî: "Gelek cih û warên Sêrtê yên dîrokî hatin guhertin. Navên gund, newal, dêr, çiya û robarên me hatin guhertin. Wekî mînak navê robara Botanê ku bi hezaran salan e wisa tê zanîn wekî navê Uluçay hatiye guhertin. Ev robar ji aliyê gelê Botanê ve wekî robareke pîroz tê zanîn. Gelek çîrok û destanên vî robarî hene."

'Armanc ew e ku çanda kurdan derbasî nifşên pêşerojê bikin'

Gurgen destnîşan kir ku navên cih û warên kurdan wergerandine tirkî û wiha dawî bi axaftina xwe anî: "Yek ji cihê ku navê wê hatiye wergerandin navê Dihê ye. Navê Dihê wekî Eruh guhertine. Dîsa navê gundê Şetrukê wekî Ştenturkê guhertine. Lewma ev xebat di heman demê de polîtîkayên bişaftinê jî dibersivîne. Ev pirtûk di esasê xwe de kurdên ku bi salan e li ser van xakan têdikoşin vedibêje." DÎHA (ak)