1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Pirtûka Eşref Keydanî ji nav Weşanên Belkiyê derket
Pirtûka Eşref Keydanî ji nav Weşanên Belkiyê derket,pirtûka,eşref,keydanî,ji,nav,weşanên,belkiyê,derket

Pirtûka Eşref Keydanî ji nav Weşanên Belkiyê derket

Pirtûka Eşref Keydanî ya bi navê “Pirsên Rêzimana Kurmancî (Tûrikê Pirsan)” Ji nava Weşanên Belkiyê derket

A+ A-

Pirtûka Eşref Keydanî ya bi navê “Pirsên Rêzimana Kurmancî (Tûrikê Pirsan)” Ji nava Weşanên Belkiyê derket. Di pirtûkê de li gorî hemû mijarên rêzimanê bi giştî “1000” pirs hatine amadekirin. Ji aliyê teşeyî ve pirs bi awayên cuda cuda hatine amadekirin. Di pirtûkê de bi giştî “77” heft test hene. Li gorî mijaran hejmara pirsan diguhere. Di pirtûka “Pirsên Rêzimana Kurmancî” de wêjeya Kurdî jî nehatiye jibîrkirin û li ser wê jî test hatine amadekirin. Taybetmendiya vê pirtûkê ew e ku di warê rêzimanê de cara yekemîn e ku bi awayekî berfireh û pirralî pirtûkeke pirsan hatiye amadekirin. Armanca vê pirtûkê ew e ku xwendevan dema ku li ser mijarên rêzimanê xebitîn, di vî warî de bi pirsan zanîna xwe xurttir bikin. Eşref Keydanî bi salan e ku li Kurdî-Der’a Amedê dersên “Rêzimana Kurmancî” dide û di warê perwerdehiyê de pirtûên dersan amade dike. Eşref Keydanî, Pirsên Rêzimana Kurmancî(Tûrikê Pirsan), Weşanên Belkiyê, 214 rpl. 20 tl. Weşanxaneya Belkiyê: [email protected], tlf: 0412 224 47 72