1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Pirtûka helbestên dînik ya Occo Mahabad derket
Pirtûka helbestên dînik ya Occo Mahabad derket,pirtûka,helbestên,dînik,ya,occo,mahabad,derket

Pirtûka helbestên dînik ya Occo Mahabad derket

A+ A-

Occo Mahabad di sala 1977'an de li Wanê hatiye dinê. Piştî qedandina zanîngeha Stenbolê dest bi nivîsandinê dike. Ji xêynî helbestan ji bo fîlmên biyanî binnivîsan amede dike.Pir fîlmên biyanî ji aliyê Occo Mahabad ve hatiye Kurdîkirin. Occo Mahabad bi xebatên xwe yên teknîkî ve jî tê nasîn.Heta niha gellek bernameyên kompîturê ji aliyê wî ve hatiye Kurdîkirin.Ji bo standartîzbûna zimanê teknîkî bi salan e xebatan çêdike. Occo Mahbad bi helbest,werger,nivîs û gotarên xwe yên cur bi cur jiyana me ya Kurdewarî bi xebatên xwe yên domdar ronî dike.... Ez dixwazim hinekî li ser pirtûka wî ya helbestan ku navê wî HELBESTÊN DINIK e behs bikim... Helbestên Dînik ji 80 rûpelan pêk tê,di nav de 69 helbest hene.Pirtûk ji aliyê weşanxaneya AVA'yê hat weşandin... Occo Mahabad di vê pirtûka xwe de xwestiye ku qalib û qlîşeyên zimanê helbestên Kurdî bişkêne.Lewma em zimanê Occo Mahabad de şop û dengên Melayê Cîzîrî û Ehmedê Xanî dibînin.Di helbestan de şêweya modern û yên dengbêjî bi hev re hatine bikaranîn. Mijara helbestan bi giştî li ser evîn,eşq û pevşabûnan e. Occo Mahabad di nava helbestên xwe de 12 cure,şêwe û terz bi kar aniye. Her cure tehmeke cuda di dilê me de dihêle... Lê rastiyek heye ku helbestên Occo Mahabad pir erotîk tên dîtin.Di helbestên wî de mijara erotîzm cihê xwe yê sereke diparêze.Lewma ew helbestên erotîk pir tên rexnekirin. Lê bi min erotîzm parçeya jiyana me ye ji Ehmedê Xanî bigire heta hemû stranên dengbêjî de jî cihekî girîng digire........ Her stran de em dikarin şopa erotîzmê bibînin...Ev pir normal e ji ber ku erotîzm her roj tê jiyîn her şev mevanê me ye,divê em vê rastiyê jî qebûl bikin... Hûn dikarin pirtûka wî ya HELBESTÊN DÎNIK ji weşanxaneya AVA’yê bixwazin…

[email protected] Nivîs:Bawer Ronî...