1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Pirtûka ku nivîsandiye nikare bixwîne!
Pirtûka ku nivîsandiye nikare bixwîne!,pirtûka,ku,nivîsandiye,nikare,bixwîne

Pirtûka ku nivîsandiye nikare bixwîne!

A+ A-

10:31 05.01.2014 1 / 4 BÎLAL GULDEM

ÊLIH (DÎHA) – Abullah Yilmaz, girtiyê ji doza PKK’ê ye û cezayê mûebetê xwariye. Ev 17 salin di girtîgehê de ye û jiyana girtîgehan ew kiriye nivîskar. Yilmaz bi navê “Wêneyek Veşartî” ku ji serpêhatiyan pêk tê nivîsand. Li gel ku rêveberiya girtîgehê destûra çapê da jî, lê niha rêveberiya girtîgehê pirtûkê nade xwediyê wê û destûr nade biçe ber destê xwendevanan.

Girtiyê bi navê Abdullah Yilmaz ê ji doza PKK’ê cezayê mûbet xwariye, li Girtîgeha Tîpa T a Şakrana Îzmîrê pirtûka bi navê “Wêneyek veşartî” ya bi kurdî ji bîranîn û serpêhatiyên PKK’yan pêk tê nivîsand û şand çapê. Lê rêveberiya girtîgehê dest daniye ser pirtûkê û nade xwediyê wê. Yilmaz, ku 17 salin di girtîgehê de ye ewil li girtîgeha Êlihê û pişt re li girtîgeha Sertê ma. Herî dawî 2 sal berê mişextî girtîgeha Şakrana Îzmîrê kirin. Yilmaz, beriya mişextî girtîgeha Şakranê bibe li girtîgeha Sêrtê vê pirtûka xwe ya bi navê “Wêneyek veşartî” nivîsand. Li girtîgeha Şakranê xelas kir. Pirtûka ku bi destûra rêveberiya girtîgehê hatiye çapê û ji aliyê Weşanên Doz ve hat çapkirin. Li gel hemû destûran niha jî rêveberiya girtîgehê naxwaze pirtûk bigîhije xwediyê xwe.

Qedexebûna bê hîncet!

Piştî salek berê pirtûka Yilmaz hat çapkirin, malbatê pirtûka Yilmaz xandin girtîgehê. Li ser şandina malbatê rêveberiya girtîgehê tu hîncet neda nîşandan û destûr nade ku pirtûk bigîhîje ber destê Yilmaz û girtiyên din. Birayê Yilmaz, Abdullah Yilmaz li hember destûr nedayîna rêveberiya girtîgehê bertek nîşan da û wiha got: “Ji bo pirtûk bê weşandin îdareya girtîgehê destûr da. Lê piştî pirtûk ji çapê derket û me ji birayê min re şand, lê hêj pirtûk nedanê û destûrê nadin bikeve hûndirê girtîgehê. Di pirtûkê de tenê bîranîn û serpêhatî hene. Ji ber ku hovîtî, îşkence û wahşeta dewleta Tirkiyê vedibêje naxwazin bikeve hindûrê girtîgehê. Destûr nedayîna girtîgehê em şermezar dikin.”

Abdullah Yilmaz kî ye?

Abdullah Yilmaz, di sala 1963’an de li navçeya Dihê ya Sertê ji dayik bûye û ji ber ku malbata wî di reşek koşberî de bûye wî qet ne xwendiye. Li gel ku malbata wî çiqas koçber bin jî di nav malbata wî de çanda medreseyî û xwendinê di nav malbata wî de hebûye. Bi hindikî be jî çanda xwendin û medreseyan li ser Yilmaz ji kiriye. Yilmaz, tevlî malbata xwe di sala 1974’an de ji Dihê koçî Êlihê dikin. Beriya Yilmaz, tevlî refên PKK bibe, di serdema salên 1990’an de gelek îşkence, zext û zordariyan dibîne. Yilmaz, di dawiyê de neçar dimîne û di sala 1993’an de derbasî “Başûrê Kurdîstanê” dibe û di wê demê de biryara tevlî têkoşîna azadiya gelê kurd bibe dide. Yilmaz, di sala 1995’an de di kemînekî de bi 3 guleyan tê birîndar dibe û dîl dikeve û demek dirêj di girtîgeha Êlihê de dimîne.

Jiyana girtîgehê wî kir nivîskar!

Yilmaz, li gel ku ne xwendiye jî pirtûka ku nivîsandiye ev in: “Rêça li ser berfê (çîrok), Jan û Jîn (roman), Derba Xencerê (roman), Pirtûka Jiyanê (roman)” Herî dawî Yilmaz, pirtûka xwe ya bi navê Wêneyek Veşartî ku ji 166 rûpelan pêk tê nivîsandiye.

(bg/mae)