1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Pirtûka Ocalan bi kurdî derket
Pirtûka Ocalan bi kurdî derket,pirtûka,ocalan,bi,kurdî,derket

Pirtûka Ocalan bi kurdî derket

Pêncemîn pirtûka Ocalan a li Îmraliyê bi kurdî derket

A+ A-

Pirtûka pêncemîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi navê “Parastina Kurdên di Nav Pencê Qirkirina Çandî de” bi kurdî derket. Tevî pirtûkê CD jî heye ango bi deng hatiye xwendin. Pirtûka dawî 607 rûpel in. Pirtûk ji aliyê Rêşad Sorgul ve hatiye wergerandin.

Pirtûka pêncemîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi navê “Parastina Kurdên di Nav Pencê Qirkirina Çandî de” bi kurdî ku ji aliyê rojnamevan Rêşad Sorgul ve hate wergerandin, derket.

Di vê pirtûka gelekî stûr de pêşî çarçoveyeke têgînî û teorîk tê destnîşankirin û bi vî awayî gelek têgînên gerdûnî û herêmî di zikhev de têne nirxandin. Rastiya Kurd û pêkhatina Kurd di dîrokê de ji nû ve tê guftûgokirin û nexasim di serdema kapîtalîzmê de behsa pirsgirêka Kurd û tevgera Kurd tê kirin.

Li pey van mijaran dîrokçeya tevgera PKKê û şerê gel ê şoreşgerî bi awayekî berfireh tê şîrovekirin. Behsa pêxîrtengiya di sosyalîzma zanistî de tê kirin û bi vê ve girêdayî çareseriyên PKKê yên di vî warî de têne rêzkirin. Li ser vî bingehî çareseriya Neteweya Demokratîk ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn tê danîn. Ocalan dema behsa van mijaran hemûyî dike, şopgeriya li ser riya heqîqetê û pîvanên wê yek bi yek pêşkêş dike. Ocalan di bin sernavê ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk’ de pênc pirtûk nivîsîn û her pênc pirtûk jî ji aliyê Rêşad Sorgul ve hatin wergerandin:

1- Şaristanî - Tebax 2009 / Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (pirtûka Abdullah Öcalan)

2- Şaristaniya Kapîtalîst - Adar 2010 / Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (pirtûka Abdullah Öcalan)

3- Sosyolojiya Azadiyê - Îlon 2011 / Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (pirtûka Abdullah Öcalan)

4- Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk - Mijdar 2011 / Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (pirtûka Abdullah Öcalan)

5- Parastina Kurdên Di Nav Pencê Qirkirina Çandî de - Îlon 2012 / Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (pirtûka Abdullah Öcalan)

Rêşad Sorgul herweha du pirtûkên din ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wergerandine kurmancî.

Parastina Gelekî - Cotmeh 2004 / Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (pirtûka Abdullah Öcalan)

Li Tirkiyê Pirsgirêkên Demokratîkbûyînê, Li Kurdistanê Modelên Çareseriyê (Nexşeya Rê) - Nîsan 2012 / Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (pirtûka Abdullah Öcalan)

Ev pirtûkên tercumekirî hemû bi deng jî hatine xwendin. Lewma di warê lîteratura îdeolojîk û siyasî ya Kurdî de xizneyeke mezin in.

RÊŞAD SORGUL KÎ YE?

Rêşad Sorgul di sala 1968'an de li navçeya Amedê Çinarê li gundê Qerqatkê ji dayik bû. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Amedê xwend. Ji zaroktiya xwe heta ji welat derket cotkarî kir. Di sala 1991'ê de çû paytexta Misirê Qahîrê. Sê salan li Qahîreyê ma. Salekê li zanîngeha Bêrûtê şaxê Iskenderiye beşê Huqûqê xwend. Du salan jî li Zanîngeha el-Azherê beşê dîrokê xwend. Li Qahîreyê komîteyeke piçûk a xwendekarên kurd saz kirin, paşê ev komîte bû ya rêxistina HIK'ê. Di îlona sala 1994'an de ji Qahîreyê derket. Piştî çar mehan xwe gihand bajarê Elmanyayê Hannoverê. Du salan jî di HIK'ê de ma. Di gulana sala 1997'an de li MED TV'ê dest bi xebatê kir. Paşê li Medya TV, Roj TV, Nûçe TV, Newroz TV û Ronahî TV xebitî. Niha jî li Stêrk TV dixebite.

ANF NEWS AGENCY