1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Pirtûka wêneyê bi çavê zarokan erdhej derket
Pirtûka wêneyê bi çavê zarokan erdhej derket,pirtûka,wêneyê,bi,çavê,zarokan,erdhej,derket

Pirtûka wêneyê bi çavê zarokan erdhej derket

A+ A-

Wênekêş Selîm Yildiz, wêneyên ku zarokan di erdheja Wanê de kişandibûn tev di pirtûkekê de kom kirin û pirtûka wêneyê bi çavê zarokan erdhej çap kir. Yildiz diyar kir ku wî xwest bi çavê zaroran li erdhejê binerin û bandora erdhejê ya li ser zarokan bibînin.

Li Wanê di navberên 23'ê Cotmeh û 9'ê Mijdarê de 2 erdhejên mezin pêk hatin û bi hezaran erdhejokên biçûk pêk hatin. Bi 100 hezaran welatiyên Wanê koç kirin. Li Wan û navçeya Erdîşa Wanê erdhejên mezin pêk hatin û 644 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran welatî jî birîndar bûn. 28 hezar û 500 xanî hilweşiyan. Bi hezaran erdhejokên biçûn li pey hev pêk hatin. Nezî 4 mehan her roj erdhej pêk hatin. Bi 100 hezaran welatiyên ku xaniyê xwe vala kirin neçar man ku berê xwe bidin bajarên din. Bi 10 hezaran welatiyan zivistana 2012-2012'an di nava sermaya herî dijwar di di konên havînê de derbas kirin. Di konan de herî kêm 11 kesên piraniya wan zarok di şewatê de jiyana xwe ji dest dan. Piştî erdhejê jibo zarok êşa erdhejê ji bîr bikin ji bo wan atolyeya wêneyan hat vekirin. Zarokan wêneyê şopa erdhejê kijandin. Pişt re ji wêneyên zarokan albuma wêneye erdhejê hat amadekirin. Di navbera 18'e Sibatê û 673e Gulanê de li 3 daxên cuda ji aliyê şaredariyê ve kon hat vekirin. Di navbera temenê 9-14 salî de 40 zarok atolye hat vekirin. Ji berhemên ku di atolyeyê de derketin holê pirtuk hat amadekirin. Hemû wêne û çîrokên wêneyan ji wêneyê ku bi destê zarokan hatiye kişandin pêk tê. Projeya ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya Wanê, Odeya Endezyarên Mimarê, Şaredariya Bazîdê û Kluba Wênekêşan a Wanê hat amadekirin di pêvajoya erdhejê de xizmet da zarokan. Merhan Anik şêwirmendiya projeyê kir. Xebata atolyeye 3 mehan berdewam kir. Wênekêş Selîm Yildiz, kordînatoriya Orhan Ozdogan û Ridvan Dogan xebatên atolyeyê meşandin. Yildiz li atolyeyê perwerdehiya wênekêşiyê da zarokan. Yildiz, piştre wêneyên ku zarokan di erdhejê de kişandiye bi navê “Nerin û famkirina bi çavên zarokan" albuma wêneyan amade kir. Albuma wêneyan berê li Amed, Stenbol, Wan, Tekîrdag û Enqereyê bi tevlêbûna zarokên wanê hatibû pêşandan. Album bê pere li saziyan hatibûn belavkirin.

Ji bo wêneyên erdhejê nemir bike pirtûk çap kir

Wênekêş Yildiz, diyar kir ku piştî felaketa erdhejê pêk hat ji bo zarokan atolyeya wênekêşiyê vekir û li gel vê yekê xebatên din jî dan meşandin. Yildiz, da zanînku di atolyeyê de amûrên wekî teleskop, kaideskop û kamera obscura bikar anîn û xebatên atolyeyê hêzan û bi kêf kir. Yildiz, da zanînku ji bo zarok derûniya erdhejê ji ser xwe bavêjin di aliyê teorik û teknîki de perwerdehiya wênekêşiyê da zarokan. Yildiz, diyar kir ku di nava şert û mercên zahmet de wêne kişandin û ji bo wêneyê di erdhejê de hatine kişandin nemir bike bi navê “Nerin û famkirina bi çavên zarokan" albuma wêneyan amade kir. Yildiz, da zanîn ku ji bo hunerê zarokan ên dîtin û famkirinê pêş bixe ev xebat pêş xist û vê yekê pir zêde kêfa zarokan anî. Yildiz, da zanîn ku dê piştî salan ev xebat bêtir bi qîmet bibe. Yildiz, destnîşan kir ku kes nikare zimanê wêneyan biguhere û nikare li gorî xwe şirove bike û rastiya ruyê civak, siyasetê dide nîşan.

(mae)