1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Piştî biryara NY'ê avahî bi lez tên xirakirin
Piştî biryara NY'ê avahî bi lez tên xirakirin,piştî,biryara,ny,ê,avahî,bi,lez,tên,xirakirin

Piştî biryara NY'ê avahî bi lez tên xirakirin

Li taxa Cûdî ya Cizîrê piştî ku NY'ê daxuyanî da xebatên xirakirinê zêdetir bûn û bi vî rengî delîlên qatlîamê tên tunekirin

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA)- Li taxa Cûdî ya Cizîrê piştî ku NY'ê daxuyanî da xebatên xirakirinê zêdetir bûn û bi vî rengî delîlên qatlîamê tên tunekirin. Bi şopên qatlîamê ve tax hema ku tê tunekirin li aliyê din li dijî rengê gewr darên ku şîn bûne wekî ku jiyan û berxwedanê vedibêjin.

Dema ku mirov dikevin li taxa Cûdiyê ya navçeya Cizîra Şirnexê dengê Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ê "Em ê çog daneynin. Bi me ser bilind bin" tê guhê hemû kesan. Hêzên dewletê piştî xirakirina navçeyê niha jî di çarçoveya peywira ku hatiye dayîn de delîlan ji holê radike. Piştî ku Neteweyên Yekbûyî daxuyaniya "Di destên me de raporên şahidan a ku li Cizîrê hêzên ewlehiyê yên tirk zêdetirî 100 kesan bi zindî şewitandiye hene" da û xwest lêkolîn bê kirin li taxa Cûdiyê xebatên xirakirina avahiyan bi lez û bêz tên kirin. Di qedexe û dorpêça ku 79 rojan berdewam kir de li taxê qet dengê bombeyan bi dawî nebûn. niha jî li taxê dengê kepçeyan hene.

Şopên berxwedanê hewl didin ji holê rakin

Bi xirakirina avahiyan ve hema ku hemû tax hatiye xirakirin. Bi xirakirina ku ji bo şopan ji holê rakin tê kirin ve xurdikên ku derketine piraniya wanj i taxê hatine derxistin û xurdikên ku mane jî li kolanan tê belavkirin û bi vî rengî wekî ku hemû kolan ji nexşe û nefizeyan tê xwestin bên paqijkirin, ji holê bên rakirin.

Di nava xurdikan de parçeyên cil û eşyayan tên dîtin û mirov ev taxa ku jiyana wan derbas bûye, bi dil şewatî derbas dibin û diçin. Ji welatiyên ku tên taxê yek ji wan got ku dema ku hatiye taxê bi deng giriyaye û wiha axivî: "Kursa quranê ya ku ez biçûk bûm diçûm dema ku min dît ez giriyam. Jixwe dema ku hatim baxçeyê mala me jî gelek xemgîn bûm."

Birîna herî vekirî...

Welatiyên ku tên li taxê dinêrin êdî yek jî kesên ku hatine qetilkirin bi bîr tînin û li taxa ku hema li her derê wî bîranênên wan hene, beriya du mehan heval, cîranên xwe yên ku bi hevre bûn û niha hatine qetilkirin tînin bîra xwe û êşa vê dijîn. Mirovên ku dema qala kesên hatine qetilkirin tên bîra wan rondikên xwe nikarin bigirin û wekî ku xwêyê li ser birînên xwe ve bikin tiştên qewimîne vedibêjin.

Ji hêşinahiyê berxwedanek

Li taxa Cûdiyê di nava avahiyên hatine xirakirin de dar jî kevneşopiya xwe ya berxwedanê didomîne. Li taxê kepçe bi hemû dengên xwe ve dixebitin û li aliyê din jî dar şîn dibin. Li baxçeyên malên ku ji xirakirinê xilas bûne, ligel rengê gewr ê ku di nava daran de derketiye holê li dijî vê darên ku şîn dibin rengê jiyanê li taxê belav dikin.

Bi sedan salan e ligel qatlîam û qirkirinan yên ku kulîlk vedikin

Di nava van baxçeyan de darên tûyê û hêjirê jî heye darên hinarê yê ku bi ermenên li vî axê jiyane ve bûye yek ligel hemû xirakirinan li ser piyan disekinin. Bi kulîlkên xwe yê rengên wî di navbera sor û pembe de ye ve ji dîrokê heta niha li dijî hemû qatlîaman wekî ku berxwedanê nîşan didin. Li baxçeyê nêzî jêrzemîna hovîtiyê ya duyemîn darên hinarê bi xirakirinê re şaxên wê şikestiye lê kulîlkên wê berê xwe bi israr dide ber bi rojê.

(sa)