1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Piştî demeke dirêj, dîsa vegeriyan dibistana xwe
Piştî demeke dirêj, dîsa vegeriyan dibistana xwe,piştî,demeke,dirêj,dîsa,vegeriyan,dibistana,xwe

Piştî demeke dirêj, dîsa vegeriyan dibistana xwe

A+ A-

TÎRAST CÛDÎ

EFRÎN – Meclisa Herêma El-Şehba li gundê Kefer Nasih dibistana seretayî ji nûve vekir û mamosteyên dibistanê bi awayekî dildar mamostatiyê dikin.

Dema ku gundê Kefer Nasih di destê çeteyên opozisyon a ku ENKS`ê ciyê xwe tê de digire de bû, dibistanên gund kiribûn dibistanên fikrê xwe bi şagirtan didan xwendin. Malbat xeteriya vê yekê hîsdikin û nema zarokên xwe rêdikin dibistanê.

Roja 2 Sibatê Ceyîş El-Siwar gundê Kefer Nasih ji çeteyan rizgarkir. Hejmara şêniyên gund pênc hezare. Ji bo parastina gundê xwe şênî vegeriyan gundê xwe. Li aliyê din Meclisa Rêveber a herêma El-Şehba dibistana seretayî ya gund vekir.

Hejmara zarokên ku diçin dibistanê gihîştiye 300 şagirtî. Mamosteyên dibistanê bi dildarî xwe didin ber karê mamostatiye gund.

Îro Meclisa Rêveber a herêma El-Şehba çû serdana dibistana gund. Bi mamosteyan re rûniştin. Piştî du salan vekirina dibistanê şagirt kêfxweşkiribûn û şagirtan ev yek anîn ziman.

Ji bo rewşa şagirtan a derûnî û xwendine yek ji mamosteyên dildar mamoste Îbrahîm Nayîf Weysî wiha axivagirt di rewşeke nebaş de ne. Ev bûye du sal ji ber çeteyan dev ji dibistanê berdabûn. Di heman demê de zarokên gund di şert û mercên şer de derbas bibûn û ji gundê xwe koçber bibûn. Vê yekê bandor li ser derûniya wan kiriye”. Mamoste anî ziman ku divê mamoste di van mijaran de baldar bin û wisa nêzî şagirtan bibin.

Derbarê vê mijarê de Endamê Rêveberiya Meclisa herêma El-Şehba Mehemed Îsa nêrînê xwe diyarkir û got ku ji ber dagirkirina çeteyan zarok neçar man ku dev ji xwendina xwe berdin. Me dibistan vekir ji bo zarok bixwînin. Di bin bandora fikrê ku çeteyan xwest di mejiyê wan de bide rûniştandin derbikevin.

Îsa di mijara dibistan bi nêrîna gel vebûye wiha agahî da “komîteya perwerde a girêdayî Meclisa Herêma El-Şehba dema ku xwest dibistanê veke nêrîna gel girt. Şêniyên gund israrkirin ku dibistan zû vebe”

Îsa di dawiya gotinên xwe de diyarkir ku ew amade ne hemû pêdiviyên dibistanê pêkbînin.

(np)

ANHA