Piştî ku HPG'î hatin veşartin polîsan êrîşî girsê kir
Piştî ku dotmamên hev Welat Argiş (Bêrîtan Timok) û Şehrîban Argiş (Ruken Batman) ên HPG'iyên li bejahiya Bêdlis û Sêrtê jiyana xwe jidest dan hatin veşartin, girseya ku xwest bimeşe rastî êrîşa polîsan hatin
Piştî ku dotmamên hev Welat Argiş (Bêrîtan Timok) û Şehrîban Argiş (Ruken Batman) ên HPG'iyên li bejahiya Bêdlis û Sêrtê jiyana xwe jidest dan hatin veşartin, girseya ku xwest bimeşe rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan bi bombeyên xazê û ava şid mûdaxaleyî girsê kir.
Li Bismila Amedê piştî ku dotmamên hev Welat Argiş (Bêrîtan Timok) û Şehrîban Argiş (Ruken Batman) ên HPG'iyên li bejahiya Bêdlis û Sêrtê jiyana xwe jidest dan hatin veşartin, girseya ku xwest bimeşe rastî êrîşa polîsan hatin. Bi hezaran kesên ku piştî Şehrîban û Welat li goristana Seyrantepeyê li ber dirûşmeyan veşartin xwestin ber bi mala şînê ya li taxa Sanayiyê ve bimeşin. Beriya ku bi hezaran kes bigihîjin konê şînê bi sedan ciwanan riya Êlih û Amedê ji trafîkê re girtin. Polîsan bi bombeyên xazê û ava şid mûdaxaleyî girsê kir. Ciwanan jî xwe bi kevir, molotof û fîşekên hewayî parastin. Li ser pevçûnên girse û polîsan wesayîta zirxî ya TOMA'ya polîsan ket nava heriyê. Li ser vê yekê girsê jî wesayît da ber keviran. Di vê kêlîkê de cismeke nediyar teqiya û ciwanek birîndar bû. Girsê ciwan rakir nexweşxanê.
Bûyerên li navçê didomin...
(ak)
