1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Piştî mihrîcana 43 salan Xweseriya Demokratîk hate slavkirin
Piştî mihrîcana 43 salan Xweseriya Demokratîk hate slavkirin,piştî,mihrîcana,43,salan,xweseriya,demokratîk,hate,slavkirin

Piştî mihrîcana 43 salan Xweseriya Demokratîk hate slavkirin

A+ A-

43'emîn Mihrîcana Çand û Hunerê û Fuara Rojhilata Anatolê ya Tetwanê bi bi konser û axaftinan bidawî bû. Di konsera ku bi hezaran kes beşdar bû de Xweseriya Demokratîk hate slav kirin.

43'emîn Mihrîcana Çand û Hunerê û Fuara Rojhilata Anatolê ya Tetwanê ku ji aliyê Şaredariya Tetwanê ve di serê mehê de hate lidarxistin bi konserek mezin bi dawî bû. Konsera fînalê ya mihrîcana "Em bi huner û çanda azad ber bi rojên azad ve diçin" bi beşdariya hezaran bi dawî bû. Di konsera girtinê de hunermend Îlkay Akkaya bi stranên xwe şevek xweş bi welatiyên tetwanê da derbas kirin. Endamên Ciwanên Welatparêz û Demokratîk beriya konserê alên PKK'ê û posterê mezin ê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rakirin. Ciwan pişt re bi meşaleyan ketin qada konserê û meş pêk anîn. Piştî ku koma ciwanan ketin qada konserê bi hezaran kesan bi yek dengî dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kirin. Piştî meşê konserê bi rêzgirtinê dest pê kir. Şaredarê Tetwanê Abdullah Ok, diyar kir ku gelê kurd xweseriya xwe îlan kiriye ew Xweseriya Demokratîk slav dikin. Pişt re dîsa girsê bi yek dengî dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kir. Konser bi strana Îlkay Akkaya û fîşekên hewayî bi dawî bû. DÎHA (mae)