1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Piştî tîmên taybet û leşkeran vê carê jî cerdevan
Piştî tîmên taybet û leşkeran vê carê jî cerdevan,piştî,tîmên,taybet,û,leşkeran,vê,carê,jî,cerdevan

Piştî tîmên taybet û leşkeran vê carê jî cerdevan

A+ A-

AMED (DÎHA) - Tîmên taybet û leşker 25 rojin bi tang û topan êrîşê li Surê dikin û piştî nekarîn bikevin taxên berxwedan lê didome serî li cerdevanan dan. Cerdevanên bangî Fermandariya Cendirmeyan a Amedê hatin kirin ji bo tevlî operasyonên li navçeya Surê bibin zext pêk anîn. Biryara sercerdevanan qebûl kirî cerdevan li hemberî derketin.

Li navçeya Surê ya Amedê ji cihên konsepta şer a tunekirinê ya topyekûn lê pêk tê ya herî sereke ye. Ji navçeya dîrokî re berê tîmên taybet pişt re leşker û niha jî cerdevanan dixin dewreyê.Hikûmeta AKP'ê di qedexeyên derketina kolanan ên berê li navçeya Surê pêk hatin de tîmên taybet xistin dewreyê pişt berxwedan neşikandin vê carê jî leşkerên bi tang û topan xistin navçeyê. Ligel 25 rojin li navçeyê qedexe berdewam dike û leşker bi tang û topan encam negirt ji bo encamê bigire serî li cerdevanan da.

Bi sercerdevanan civîn

Li gorî agahiyan ligel êrîşên dijwar bûn hêzên dewletê nekarîn bikevin taxên berxwedan lê berdewam dike û serî li cerdevanan dan. Ji bo cerdevanî jî tevlî operasyonên tunekirinê yên Surê bibin hin gav hatin avêtin. Li Surê her diçe windahiyên tîmên taybet û leşkeran zêde dibin û roja borî ji bo cerdevan jî tevlî operasyonan bibin bi hin sercerdevanan re civîn hat kirin.

Civîn li Fermandariya Cendirmeyan hat kirin

Civîn roja borî li Fermandariya Cendirmeyan a Bajar a Amedê hat kirin. Civîna ji aliyê serdarî ve hat kirin û sercerdevanên taxên Mîla û Buyuk Akoren ên navçeya Surê tevlî bûn. Sercerdevanê gundê Buyuk Akoren F.B. û Sercerdevanê Mîlan Ş.Y. di civînê de cih girtin û Serdar di civînê de ji cerdevanan xwest ku tevlî operasyonên li Surê bibin. Sercerdevanan daxwaz qebûl kir û lîsteya cerdevanên tevlî operasyonê bibin dan serdar. Lê di lîsteya sercerdevanan dayî de navên xizmên wan cih negirtin.

Cerdevan naxwazin sercerdevan zextan dikin

Sercerdevanên ji civînê derketin li taxan cerdevan kom kirin û biryara girtin ji wan re got û navên cerdevanên tevlî operasyonê bibin gotin û zext pêk anîn. Lê hemû cerdevanên tax gotin ew naxwazin tevlî operasyonê bibin. Ligel vê yekê sercerdevanan gef û zext li cerdevanan kirin da ku tevlî operasyonê bibin.

Hate gotin ku civînên wisa li gelek navçeyên din ên Amedê hatine kirin. Civîn ji aliyê Fermandairya Cendirmeyan a Amedê ve tên li dar xistin.

Berê jî hatibû rojevê

Ji bo cerdevan tevlî operasyonên tunekirinê yên navenda bajar bibin rojên borî jî hatibû rojevê. Ji bo cerdevan tevlî operasyonên li Cizîr, Sîlopî, Nisêbîn û Kerboranê bibin rastî zextan hatibûn.Hatibû îdîakirin ku cerdevan li hin bajaran tevlî operayonan bibûn.Tevgera siyasî ya kurd ji bo cerdevan tevlî operayonên wisa nebin û ji polîtîkayên AKP'ê re nebin amur hişyarî û bang kiribûn.

(bd)