1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. PJAK: 76 pasdarên Îranê hatin kuştin
PJAK: 76 pasdarên Îranê hatin kuştin,pjak,76,pasdarên,îranê,hatin,kuştin

PJAK: 76 pasdarên Îranê hatin kuştin

Partiya Jiyana Azad ya Kurdsitanê PJAKê, îro di derbarê encamên şerên doh û îro yên li Herêma Qendîlê pêk hatin de, daxuyaniyek da raya giştî.

A+ A-

QENDÎL - Partiya Jiyana Azad ya Kurdsitanê PJAKê, îro di derbarê encamên şerên doh û îro yên li Herêma Qendîlê pêk hatin de, daxuyaniyek da raya giştî. PJAK da zanîn ku di şer de, 76 pasdar hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PJAK di derbarê hewldana artêşa Îranê ya dagirkirina Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da. Li gor daxuyaniyê, pasdarên rêjîma Îranê doh di ser Zelê re hewl dan bikevin Herêmên Parastinê yên Medyayê..

Lê ev hewldana Pasdaran rastî berxwedana gerîlla hat. PJAK destnîşan kir ku li Çiyayê Kotaman di navbera pasdar û gerîllayan de şerên dijwar rû dan.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku îro ji ber çalakiyên gerîllayan hêzên Pasdaran neçar mane paşde vekişin, lê piştî vê vekişînê, eskerên Îranê herêm bi tank, katyûşa û topan bombe kirine.

Navenda Çapemeniya PJAKê ragihand ku di encama şerê du rojan de, 76 endamên artêşa Îranê hatine kuştin ku di nava wan de, 3 cerdevan jî hene...

Li gorî daxuyaniyê, artêşa Îranê bi helîkopteran kuştî û birîndarên xwe ji herêma şer rakirine. Her weha wesayîtek û tankek artêşa Îranê jî hatin têkşikandin..

ANF NEWS AGENCY