1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. PJAK û HJRK'ê gazî Rojhilat kirin
PJAK û HJRK'ê gazî Rojhilat kirin,pjak,û,hjrk,ê,gazî,rojhilat,kirin

PJAK û HJRK'ê gazî Rojhilat kirin

A+ A-

QENDÎL - Koordînasyona Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Hêzên Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HJRK) bi peyaman Newroz li gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn pîroz kirin.

PJAK'ê Newroz wekî destpêka nûkirina têkoşînê, yekîtî, serhildan, şikandina dîktatorî û dawîlêanîna zihniyeta Dehakên Hemdem bi nav kir û got: "Divê gelê me bi erk û wezîfeyên xwe rabe û pêşengiya daxwazên rewa yên hemû gelên li Îranê bike."

Koordînasyona PJAK'ê di peyama xwe de kesên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got: "Di demeke ku em ber bi Newroz û sala nû ve diçin, li hemû Rojhilata Navîn, gelan ji bo azadiyê li dijî rêjîmên dîktator serî hildaye. Dagirker û dîktatorên herêmê jî ji bo temenê xwe dirêj bikin bi hemû şêwazên hovane bersivê didin."

Der barê zilma ku li gelê kurd dibe jî PJAK'ê ev nirxandin kir: "Dagirker û desthilatdarên Kurdistanê, Îran, Tirkiye, Sûriye û hevalbendên wan, ji bo qirkirina gelê me, di nava hevkariyê de ne. Rejîma Îranê, bi zihniyetek mîlîtarîst û bi sîstema xwe ya olîgarşîk, bi girtin, êşkence, îdam, tecawiz û kuştinên kiryar nediyar hewl dide çavên gel bitirsîne û îradeya gelan bişkîne."

PJAK'ê li dijî van siyasetên dewleta Îranê bal kişand ser giringiya têkoşîna hevbeş a gelan û ev peyam da: "Di vê pêvajoyê de, ji her demê bêhtir, pêdivî bi yekîtiya navbera gelên herêmê û bi taybet jî di navbera gelên li Îranê de heye. Her weha ji bo azadî û bidestxistina mafên rewa yên gelê kurd, divê têkoşîn were xurtkirin."

PJAKê di vê derbarê de got: "Divê gelê me yê li hemû beşên Kurdistanê, bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê, bi bilindkirina asta têkoşînê û pêşwazîkirina Newroza 2011'an bi ruhê serhildanê, bi erka xwe ya pêşengiya gelan rabe."

Hêzên Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HJRK) jî bi peyamek nivîskî Newroz wekî agirê azadiyê yê Rojhilata Navîn bi nav kir û di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelê kurd û hemû gelên li Îran û Rojhilata Navîn pîroz kir.

Di peyama xwe de HJRK'ê, di şexsê Hêmin, Ferzad, Ronahî de hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û xwest, li Rojhilatê Kurdistanê jî, bi taybetî jin û ciwan pêşengiya pîrozbahiyên Newroza 2011'an bikin.