1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. PKK: Li dijî faşîzma AKP'ê em biherikin qadên 1'ê Gulanê
PKK: Li dijî faşîzma AKP'ê em biherikin qadên 1'ê Gulanê,pkk,li,dijî,faşîzma,akp,ê,em,biherikin,qadên,1,ê,gulanê

PKK: Li dijî faşîzma AKP'ê em biherikin qadên 1'ê Gulanê

Komîteya Rêveber a PKK'ê: Em bang li karker, kedkar, jin û ciwanan û tevahiya gelên Tirkiyeyê dikin, li dijî dîktatoriya AKP'ê berxwedana şoreşgerî ya yekbûyî xurt bikin û di 1'ê Gulanê de li qadan bin

A+ A-

BEHDÎNAN - ANF Komîteya Rêveber a PKK'ê bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Yekîtî, Piştgirî û Têkoşînê ya çîna karker, kedkar û gelan daxuyaniyeke nivîskî weşand û 1'ê Gulanê di destpêkê de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû hevrêyên xwe, çîna karker, hêzên kedkar, hemû gelên bindest, jin û ciwanan pîroz kir. Di daxuyaniyê de, di şexsê Şehîdên Taksîmê yên 1'ê Gulana 1977'an de hemû şehîdên têkoşîna azadî û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî hatin bîranîn."

'EM QADÊN 1'Ê GULANÊ DAGIRIN'

Komîteya Rêveber da zanîn, ku karker û kedkar di vê 1'ê Gulanê de li hemberî êrîşkariya faşîst û emperyalîst di nava berxwedanê de ne û got, "Şerê Cîhanê yê Sêyemîn êşên gelekî giran bi gelên herêmê û hemû mirovahiyê dide kişandin. Bi taybetî, bi destê çeteyên faşîst ên mîna DAIŞ'ê hewl tê dayîn nirxên dîrokî yên mirovahiyê bên tinekirin û gelên mezlûm bi rêya komkujiyê teslîm werin girtin. Di nava êrîşkariyeke bi vî rengî de hewl tê dayîn siberoja azad û demokratîk a mirovahiyê bê tarîkirin û hêviyên jiyana azad bên tinekirin. Lê belê êrîşkariya faşîst çiqasî barbar û wehşî be jî, weke di mînaka berxwedana lehengî ya gelê Kurd de tê dîtin, hemû bindest û kedkar jî li dijî vê êrîşkariya hovane bi lehengî li ber xwe didin. Em di wê baweriyê de ne, di vê 1'ê Gulanê de wê ev berxwedana mirovahiyê bê xurtkirin û em bang li hemû karker û kedkaran dikin ku bi vê bawerî û ruhî qadên 1'ê Gulanê dagirin, têkoşîna azadî û demokrasiyê bilind bikin."

'EM BERXWEDANA ŞOREŞGER A YEKBÛYÎ MEZIN BIKIN'

Komîteya Rêveber a PKK'ê da xuyakirin, ku mîna faşîzma DAIŞ'ê ya bûye belayê serê gelên Rojhilata Navîn, cotikê wê faşîzma AKP'ê jî li serê kedkar û gelên Tirkiyeyê bûye bela û destnîşan kir, ku hêrs û daxwaza Tayyîp Erdogan a ji bo dîktatoriyeke faşîst a tekparêz, di nava neh mehên dawî de bi gelê Kurd û hemû gel û kedkarên Tirkiyeyê ve xwînê dide verişandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gelên me yek ji demên herî bi xwîn û qetlîamker ên dîroka komarê dijîn. Bêyî berxwedaneke demokratîk a topyekûn û bêyî rizgarkirina Tirkiyeyê ji faşîzma AKP'ê, xuya ye derfetên jiyanake azad û demokratîk ji bo gelan nîne. Ji bo bersiv ji vê rewşê re bê dayîn û têkoşîneke şoreşgerî ya ji bo jiyana azad û demokratîk a gelên me bê meşandin, Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan ahtiye avakirin. Li ser vê bingehê, li dijî faşîzma AKP'ê ya hewl dide bi darbeyeke faşîst ve dîktatoriya faşîst a 12'ê Îlonê restora bike, em di wê baweriyê de ne ku şoreş û berxwedana yekbûyî ya gelên me wê bi lez bi pêş de biçe û bi ser keve. Em bang li karker, kedkar, jin û ciwanan û tevahiya gelên Tirkiyeyê dikin, li dijî dîktatoriya AKP'ê berxwedana şoreşgerî ya yekbûyî xurt bikin û di 1'ê Gulanê de li qadan bin."

PKK'ê da zanîn, Tayyîp Erdogan û rêveberiya heyî ya AKP'ê desthilatdariya faşîst bi qirkirina Kurdan a bi rêbazên hovane ve girê dane û bibîr xist, ku bi taybetî ji 24'ê Tîrmeha 2015'an û vir ve li Kurdistanê şerekî qirkirinê tê meşandin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Weke ku di mînakên Cizîr û Sûrê de tê dîtin, dixwazin dîrok û hebûna civakî ya li Kurdistanê tine bikin û qirkirina herî bi xwîn a dîrokê pêk bînin. Hikûmeta AKP'ê di êrîşên xwe yên li hemberî gelê Kurd de li gorî ti pîvanên hiqûqî û exlaqê tevnagere. Ji ber ku dibîne ku li pêşberî berxwedana azadiyê ya Kurdan, dawiya dîktatoriya netewe-dewlet a faşîst hatiye. Dibîne ku têkoşîna azadiyê ya Kurd û têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê dibin yek û dawî li dîktatoriya AKP'ê ya faşîst tîne. Em di wê baweriyê de ne ku 1'ê Gulanê wê bibe gaveke girîng a vê meşa azadiyê. Lewma em bang li gelê Kurd ê mezlûm û kedkar dikin, li her deverê dakeve qadên 1'ê gulanê û tevî hemû gelên kedkar têkoşîna azadî û sosyalîzmê bilind bike."

'GELÊ ME YÊ KEDKAR DI XETA AZADIYÊ YA APOYÎ DE LI BER XWE DA Û SERKETIN NÊZ KIR'

Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê PKK'ê da xuyakirin, ku weke tevger di 1'ê Gulana 2016'an de ew di nava berxwedana azadiyê ya herî xurt, rêxistinbûyî û watedar de ne û wiha dewam kir: "Berdêla têkoşînê çiqasî giran û bi êş dibe bila bibe, em vê yekê vediguherînin berxwedaneke mezintir û hêviyên xwe yên azadiyê xurt dikin. Li ser vê bingehê em dibînin ku gihaştine ber serketinê û azadî ji her demê zêdetir nêzî me ye. Faşîzma AKP'ê ya xwe dispêre efendiyên xwe yên emperyalîst, çiqasî tevî hevkarên xwe yên xayin ên herêmî êrîş dike bila bike, nikare têkoşîna lehengî ya gelê me, bi taybetî jin û ciwanan qels bike. Gelê me yê kedkar bi in û ciwanên xwe, bi gerîla û xweparastina xwe li çar parçeyên Kurdistanê di xeta azadiyê ya Apoyî de li ber xwe dide, serketin bêhtir nêzî kiriye û li dijî faşîzmê bûye hêviya mirovahiya azad.

Li ser vê bingehê, em berxwedana xwerêveberiya demokratîk a gelê me yê li Bakurê Kurdistanê ku bi pêşengiya Mehmet Tûnç, Pakîze Nayir, Mehmet Yilmazer û Sêvê Demîr bi pêş dikeve, silav dikin. Em hêzên gerîla yên HPG û YJA Starê ku bi pêşengiya hevrê Botan, Sorxwîn, Ekîn û Xemgîn de li ber xwe didin û destanên lehengiyê dinivîsînin silav dikin. Em Hêza xweparastinê ya gelê me YPS û YPS Jinê, ku li Cizîr û Sûrê tevahiya zivistanê bi pêşengiya Çiyager û Berfîn ên lheneg li ber xwe dan û xwîn bi faşîzma AKP'ê da verişandin, silav dikin. Em jinên Kurd ên bi pêşengiya Sêvê, Fatma û Pakîze li ber xwe didin, ciwanên Kurd ên bi pêşengiya Gelhat, Êrîş, Harûn, Bermal, Newal û Mizgîn Koçer li ber xwe didin silav dikin. Em hêzên YPG, YPJ û YBŞ'ê yên li Rojava û Başûr li dijî faşîzma DAIŞ'ê bi lehengî li ber xwe didin silav dikin. Em di wê baweriyê de ne, têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê li dijî faşîzma AKP û DAIŞ'ê tê meşandin, wê li Kurdistan û Rojhilata Navîn gelan û mirovahiya azad biparêze û li her qadê ji vê têkoşîna pîroz re serketinê dixwazin.

'BI 1'Ê GULANÊ RE WÊ TÊKOŞÎNA ME YA AZADIYÊ PÊNGAVEKE MEIN A ŞOREŞGERÎ BAVÊJE'

Em di wê baweriyê de ne ku 1'ê Gulana îsal wê di xeta serketinê ya têkoşîna me ya azadiyê de bibe pêngaveke mezin a şoreşgerî. Ev pêngava li ser xeta Rêberî û şehîdan wê me bi ser bixîne. li ser vê bingehê em Ramazan û koma wî ku şehîdên me yên 1'ê Gulanê ne, her wiha fermandarê berxwedana Curnê Reş (Hîlwan)-Sêweregê endamê Komîteya Navendî hevrê Mehmet Karasûngur û îbrahîm Bîlgîn, di şexsê wan de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û soza bi ser xistina armancên wan dubare dikin. Em bang li her kesî dikin ku li ser bingeha destana lehengiyê ya çil sal in tê nivîsandin, hîn bêhtir bir astî û têrkerî gelê Kurd û têkoşîna azadiyê nas bikin. Em bang li her kesî dikin ku teoriya modernîteya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan a pêşî li vê têkoşîna dîrokî vedike û xeta sosyalîzma demokratîk nîqaş bikin, hîn bêhtir nas bikin.

Em careke din 1'ê Gulanê li gelê me û hemû kedkaran pîroz dikin û di têkoşîna azadî û demokrasiyê de serketinê dixwazin."