1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "PKK riya herî nêz ya çareseriyê ye"
"PKK riya herî nêz ya çareseriyê ye",pkk,riya,herî,nêz,ya,çareseriyê,ye

"PKK riya herî nêz ya çareseriyê ye"

A+ A-

24 Cotmeh 2011 HEWLÊR - Hate îddiakirin ku Neçîrwan Barzanî, roja pêncşemiya derbasbûyî di hevdîtin û civînên xwe de bi serokwezîr û wezîrê karê derve yên Tirk re pêk anî de gotiye; “Pirsa kurd bê PKK çareser nabe. Eger hun dixwazin pirsgirêkê çareser bikin, riya herî nêz a çareseriyê PKK û Ocalan e. Divê hûn bi wan re li hev bikin û ji bilî vê, qet riyeke din a çareseriyê bi ser nakeve”

Li gor nûçeya malpera rojnameya Hewlêr, hate îddîakirin ku di nivîsekê de ku wê di hejmara sibe ya Rojnameya Hewlêr de bê weşandin de, Samî Ergoşî rojnamevanê nêzî Nêçîrvan Barzanî yê ku wê rojê li Enqere hevdîtin û civînan şopandiye; dinivîsîne:

Li gor îddîayan di hemû hevdîtinan de Nêçîrvan Barzanî heman helwêstên xwe yên berê dubare kirine û heman ew peyama berê daye wezîr û berpirsên wezareta derve û serokwezîr jî ku pirsgirêk bê PKKê çareser nabe û aşkere ji wan re gotiye: “Eger hûn dixwazin pirsgirêkê çareser bikin, riya herî nêz a çareseriyê PKK û Ocalan e. Divê hûn bi wan re li hev bikin û ji bilî vê, hîç riyeke din a çareseriyê serkeftî nabe. Girtina siyasetvanan û xistina wan a zîndanê ne çareserî ye û wê encamên xirap jê derbikevin”.

Nivîs dîsa li helwest û daxuyaniyên berê yên Nêçîrvan Barzanî yên li dor pirsa kurd li Bakûrê Kurdistanê vedigere û dibêje: “Pirsgirêk pirseke siyasî ya neteweyekê ye û PKK hebe û tine be jî pirsgirêk heye û hewcedarî çareseriyê ye. Ji bo çareseriyê divê PKK li derve neyê hiştin. Tirkiye divê realîteya PKKê qebûl bike û deriyê Îmralî veke. Pirsgirêk tenê bi riyên siyasî û rûniştin û diyaloga bi PKK’ê re çareser dibe. Çendîn salên şer îsbat kir ku ev metod ne çareserî ye. Ji bo her çareseriyeke siyasî û aştiyane, em ji her alîkariyekê re amade ne”.

ANF NEWS AGENCY