1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. PKK: Xwedîderketina li xwerêveberiyan şertê bingehîn ê pûçkirina komployê ye
PKK: Xwedîderketina li xwerêveberiyan şertê bingehîn ê pûçkirina komployê ye,pkk,xwedîderketina,li,xwerêveberiyan,şertê,bingehîn,ê,pûçkirina,komployê,ye

PKK: Xwedîderketina li xwerêveberiyan şertê bingehîn ê pûçkirina komployê ye

PKK: Xwedîderketina li Rêber Apo, nirxên têkoşînê û berxwedana xwerêveberiyê, hilanîna tola komkujiyên hatine kirin û têkoşîna ji bo afirandina civaka azad, şertên bingehîn ên pûçkirina komployê ne

A+ A-

BEHDÎNAN - ANF Komîteya Rêveber a PKK'ê, ji ber salvegera komploya 15'ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di salvegera 17. a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li hemberî Rêber Apo de, em hemû hêzên di nava komployê de cih girtine bi nefret û tundî şermezar dikin û destnîşan dikin, ku heta bi ser ketina mirovahiya azad, em ê têkoşîna xwe ya li hemberî komplogeran bidomînin. Em şehîdên xwe yên nemir ên di pêvajoya komploya navneteweyî de bi çalakiyên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' re li dora Rêber Apo xwe kirin xelekek ji agir, careke din bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin."

Daxuyaniya PKK'ê bi vî rengî dewam kir: "Rêber Apo hesret û hêviya azadiyê ya gelê Kurd ê li ber qirkirinê di şexsê xwe de şênber kir. Hêzên hegemonîk ên global û hevkarên herêmî, ji bo vê hêviyê tine bikin û li Rojhilata Navîn xwe li ser xwîn û rondikên çavan bidin jiyîn, li hemberî Rêber Apo komploya navneteweyî pek anîn. Ev êrîşa wehşî ya di şexsê Rêber Apo de xwestin hêvî û vîna azadiyê ya gelê me tine bike, îro jî ji aliyê faşîzma AKP'ê ve ji Cizîrê heta Sûr û Geverê, bi hewldanên qirkirinê re hewl tê dayîn were meşandin.

Hêzên navneteweyî, bi tinekirina fîzîkî ya Rêber Apo re xwestin gelan li hemberî hev rakin. Rêber Apo bi sekna xwe ya rast û rêbaza xwe ya encamgir re ev, xwe ji nû ve afirand û ev lîstika hêzên navneteweyî pûç kir. Tevgera me ya azadiyê û gelê me jî bi heybetî xwedî li Rêberê xwe derketin û bi afirandina şoreşa li Kurdistanê re komplo gihand asta têkçûnê. Di vê sala 18. de şoreşên gelê me li Rojavayê Kurdistanê û Şengalê pêk aniye, nîşaneya şênber a pûçkirina komployê ye. Her wiha, berxwedana xwerêveberiya demokratîk a li bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê li dijî faşîzma AKP'ê tê meşandin, rewşa zelal a têkbirina komployê ye.

Faşîzma AKP'ê ku tevî nirxên civaka Tirkiyeyê di roja îro de hemû derfetên sîstema hegemonîk jî bi kar tîne, di serî de li Bakurê Kurdistanê li her qadê bi awayekî wehşî êrîşî têkoşîna azadiyê ya gelê me dike. Li hemberî vê yekê, gelê me bi israr têkoşîna ji bo pûçkirina komployê dimeşîne û bi biryardarî xwe ji nû ve diafirîne. Gelê me di serî de li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Silopiya, Şirnex, Gever, Hezex û tevahiya Kurdistanê li ser bingeha berxwedana xwerêveberiyê têkoşîna azadiyê mezin dike."

'AZADKIRINA RÊBER APO WEZÎFEYA ME YA BINGEHÎN E'

Di dewama daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê de wiha hat gotin:

"Xwedîderketina li Rêber Apo, nirxên têkoşînê û berxwedana xwerêveberiyê, hilanîna tola komkujiyên hatine kirin û têkoşîna ji bo afirandina civaka azad, şertên bingehîn ên pûçkirina komployê ne. Lewma; bilindkirina bexwedana li Bakurê Kurdistanê, hilanîna tola komkujiyên hatine kirin û azadkirina Rêber Apo wezîfeya me ya bingehîn e.

Bi bilindkirina têkoşîna xwerêveberiyê re, heta ku em sîstema xwe ya xweseriya demokratîk bi pêvajoyeke pêngavî re ava bikin, berxwedana me ya topyekûn wê bidome. Bi vî rengî em dikarin bersivê bidin tecrîda şidandî û zexta psîkolojîk a li hemberî Rêber Apo, şehadetê rû dane û êrîşên li hemberî gelê me tên kirin. Komploya navneteweyî di sala 18. d ancax bi vî rengî were pûçkirin.

'TOLA HEMÛ KOMKUJIYAN WÊ BÊ HILANÎN, HESABÊN WAN WÊ YEK BI YEK WERIN PIRSÎN'

Faşîzma AKP'ê ji bo tevgear me û gelê me ji têkoşîneke bi vî rengî ya mezin vegerîne û vîna civaka me bişikîne, mîna ku li Cizîrê tê dîtin, serî li komkujiyên wehşî û namerdî dide. Lê belê hesab û hewldanên wan vala ne. Ev gurûha faşîst a bi qasî ku mirovên me yên birîndar dişewitîne namerd bûye bila baş bizanibe; ev komkujiyên hatine kirin, şikandina vîna gelê me li aliyekî wê biryardarî û daxwaza têkoşînê ya gelê me di xeta serketinê de xurttir bikin. Gelê me wê bi berxwedana xwe ya serketinê re tola hemû komkujiyan hilîne, hesabê hemûyan yek bi yek bipirse. Wê bîranîna şehîdên leheng ên Cizîr, Sûr û Silopiyayê, bîranîna Sêvê, Fatma, Pakîze, Sûltan û Mehmedan bike sonda azadî û serketinê.

Li ser vê bingehê weke PKK, em hemû hevrêyên xwe yên di têkoşîna berxwedanê ya li dijî komploya navneteweyî de şehîd ketine, hemû zarok, jin, ciwan û berxwedêrên ji her temenî yên di berxwedana xwerêveberiyê de şehîd ketine bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û berxwedana xwerêveberiyê ya leheng a vîn û rûmeta gelê me bilind dike, silav dikin. Em ê komkujiya Cizîrê ti carî ji bîr nekin û ji bo bîranîna şehîdên xwe, berxwedanê mezin bikin. Em careke din soza berxwedan û serketinê didin gelê xwe. Em bang li gelê xwe û hemû hêzên şoreşger-demokratîk dikin ku li hemberî faşîzma AKP'ê li ber xwe bidin, hebûna xwe biparêzin û têkoşîna ji bo jiyana azad mezin bikin."