1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "PKK û PJAK jî nûner in"
"PKK û PJAK jî nûner in",pkk,û,pjak,jî,nûner,in

"PKK û PJAK jî nûner in"

A+ A-

10:13 21.08.2011 HEWLÊR (DÎHA) - Perlemanterê Tevgera Goran Abdullah Melanûrî, destnîşan kir ku êrişa didome qazancê nade Tirkiye û Îranê û got: “Pêwîste Îran û Tirkiyê vê rastiyê îtiraf bikin ku li nav welatê wan pirsgirêka kurd heyê. PKK û PJAK jî nûneratiya vê pirsgirêke dikin û vê pirsgirêke diparêzin."

Nerazîbûnên li dijî êrişê Îran û Tirkiyeyê ya li ser axa Herêma Ferderal a Kurdistanê dewam dike. Perlemanterê Tevgera Goran ji perlemantoya Kurdistanê Abdûlah Melanûrî, êrişên Tirkiyê û Îranê ya li ser axa Herêma Federal a Kurditanê şermezar kir. Melanûrî, bang li Tirkiyê û Îranê kir ku bi şêweyek raste rast nêzîki pirsgirêka kurd bibin û wiha axivî: "Zextên leşkerî nikarin kurdan tune bikin. Tu hincet Îran û Tirkiyê tune ji bo ku Herêma Federal a Kurdistanê bombaran bikin. Pêwîste Îran û Tirkiyê îtifara vê rastiyê bikin ku li nav welatê wan pirisgirêka kurd heyê. Pirsgirêkek heqe û PKK û PJAK jî nûneratiya pirsgirêka kurd dikin û diparêzin."

(ssq/dt/mae)


Bêjeyên Miftehî