1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Planeke mezin li ser kurdan heye"
"Planeke mezin li ser kurdan heye",planeke,mezin,li,ser,kurdan,heye

"Planeke mezin li ser kurdan heye"

A+ A-

10:41 21.08.2011 1 / 2SERBAZ SÎYABEND/ABDULLA RAMEZAN

HEWLÊR (DÎHA) – Parlamentêra YNK ya Herêma Federal a Kurdistanê Berîvan Serheng, diyar kir ku şîrovêyen ev êriş li dijî PKK an jî PJAK’ê ye şaşê û got, “Ev êrîş pilanek mezine û di wan êrîşan de kurd têne kuştin. Cara yekem dema Mele Mistefa Berzanî bû yek û sînor şikandin. Her wiha dîsa di girtina Serok Ocalan de kurd bûn yek û sînoran şikandin. Lazime dîsa kurd dijî wan êrişen tûnekirinê bibin yek”

Li Herêma Federal a Kurdistanê her ku diçe bertekên li dijî êrişên balafirên şer ya dersînor Gelek sîyasetmedar û rewşenbirên kurd li dijî wan êrişan dengê xwe gurkirin. Parlementerê YNK’ê Berivan Serheng jî bertek nîşan da û got; " Ev çend rojin dewleta tirk bi firokên xwe ya şer êrişî ser gundên Qendil dikin. Di encama wan êrişan de gelek zirar gîhîştin welatiyen Qendîl. Her wiha welatîyan mexdûr dike. Tiştê ku tirkîye dike li dijî mafên mirov e, li dijî destûra zagonên navneteweyî û Îslamîyetê ye. Di meha Ramezanê de ev zext û zordarî e liser welatiyan tê meşandin."

‘Tirkîye û Îran dixwazin qeyran di Rojhilata Navîn derbixin’

Serheng, da zanîn ku ku ev opearson dê qeyrana aborî li Tirkiye û rojhilata navîn pêş bixe û wiha pêde çû: “Ev pirsgerek bi qeyranê çaraser nabe. Lazime ev kêşê bi rêyek aştîyane û demokratîk çaraser bibe. Bila bizanibin ku kurd bi komqûjî û êrişan naye tunekirin. Gelek caran ev rêbaza li dijî kurdan hatê bikaranîn lê tu encam negirt."

‘Pêşnîyara birêz Ocalna ya derbarê Konsêya Aştîyê de pir giring e’

Serheng, bal kişand ser pêşnîyara Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a "Konseya Aştîyê” û wiha axivî: “Di roja me de birêz Ocalan bo aştîyê meclîsek xwest ava bike. Ev ji bo gelên Rojhilata Navîn pir başe” Parlementera YNK Berîvan Serheng, bal kişand têkilîyên bazirganî di navbera Hikûmeta Herêmî û Tirkiye û wiha pêda çû: "Em wek parlamenterên Kurdistan dixwazin Tirkiye pirsgirêkên xwe bi rêyek aştîyane çaraser bike. Ji ber ku berjewendiyen bazirganî di navbera me de heye. Ji bo çaraseriya pirsgereka kurd divê Hikûmeta Iraq û Hikûmeta Hereme bi hev re lijneyek çaraseriyê ava bikin û bi ser pirsgirêkê ve biçin”

‘Karên bazirganiya di navbera Tirkiye û Iraq bidin sekinandin’

Serheng, xwest ku ger Tirkiye êrîş nesekinandin hikûmeta navendî hem jî hikûmeta herêmî karên bazirganî ya navbera wan û Tirkiyeyê rawestînin. Serheng, xwest li dijî wan êrişan bedeng nemînin û wiha lê zêde kir: "Divê em xwedî helwest bin. Hem ji milê dîplomasiyê û hem jî ji milên din ve divê em gav bavêjin. Erdogan bila baş bizanibe ku ev pirsgirêk bi rêbazên tunekirin û qirkirin çaraser nabe."

‘Ew êrişen Tirkîye nayê kabûlkirin’

Serheng, Tirkiye hişyar kir û daxuyand ku êrîşên Tirkiyeyê nayên qebûlkirin. Serheng, da zanîn ku wisa bidome dê serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) bidin. Serheng dîyarkir ku şîrovêyen ku ev êriş li dijî PKK an jî PJAK didin nîşandan şaşê û got, “Ev êriş pilanêk mezine û di wan êrişan de kurd têne kuştin. Îran ji aliyekî ve û Tirkiye ji aliyekî ve li herêmê didin. Bi hevkariya tev digerin. Cara yekem Serok Mele Mistefa Berzanî bûn yek û sînoran şikandin. Dema di girtina Sêrok Ocalan, dîsa kurd bûn yek û sînoran şikandin. Lazime dîsa kurd li dijî wan êrişen bibin yek û têkoşîna xwe xurt bikin.

(mk/mae)