1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Polîs di sanaryoyên xwe de zarokan dike lîstikvan
Polîs di sanaryoyên xwe de zarokan dike lîstikvan,polîs,di,sanaryoyên,xwe,de,zarokan,dike,lîstikvan

Polîs di sanaryoyên xwe de zarokan dike lîstikvan

A+ A-

ANTALYA (DÎHA) – Li herema Çukurovayê di demên dawî de 92 zarok hatin girtin. Têkildarî girtina zarokan Prz. Hakan Evcin, diyar kir ku bi tu awayî divê polîs îfadeya zarokan nestine û wiha got: "Lê polîs ji bo sanaryoyên xwe têxe meriyetê zarokan wekî lîstikvan û amûr bikar tine.

Di demên dawî de li Edene, Mêrsîn û Antalyayê her hefte zarok tên binçavkirin û girtin. Di mehên dawî de li Edeneyê 55, li Mêrsînê 17 û li Antalyayê 20 zarok hatin girtin. Dîsa bi dehan zarok bi awayekî kontrola polîsan serbest hatin berdan. Her çend zarok serbest hatibin berdan jî di bin çavdêriya polîsan de dijîn. Têkildarî binçavkirin, girtin û darizandina zarokan Prz. Hakan Evcin, anî ziman ku her çend têkildarî darizandina zarokan hukmên taybet hebin jî dîsa zarok li dijî zagon û hiqûqê tên darizandin û polîs îfadeyên wan digirin.

‘Polîs bi hîleyan zarokan digirin'

Prz. Evcîn destnîşan kir ku li gorî hiqûq û zagonê çawa ku zarok hatin binçavkirin, pêwiste ku wan raste rast sewqî dozgeriyê bike, lê polîs vê yekê pêk nînin û berê îfadeyên wan distînin û piştre sewqî dozgeriyê dikin. Evcîn, anî ziman ku heta 18 salî zarok in û wiha got: "Zagon îfadegirtina zarokan a ji aliyê polîsan ve qedexe dike. Li gorî zagonan divê teqez polîs îfadeya zarokan negirin. Lê polîs îfadeya zarokan digirin û li gorî lîstik û sanaryoyên xwe zarokan bikar tînin. Polîs hin caran bi zorê û hin caran bi xapandinê agahî û gotinan ji zarokan digirin. Gelek axaftin di girtekan de bi cih dikin. Ev girtek wekî girteka bûyerê tê qebûlkirin. Wekî zarok gotibe û wan jî nivîsandibe nîşan didin. Weki delîla rast nîşan didin.

Evcîn, da zanîn ku divê dozger wekî pisporê rehabilitasyonê tev bigere û wiha got: "Çi dibe bila bibe divê tenê dozger îfadeya zarokan bistine. Divê zarokên teşwîkî sûc hatine kirin jî divê tenê dozgerê rayedar îfade bistîne. Ji zarokan pirsên "Te çima ev sûc kir? Te bi kêre kir?" û zextan li wan dikin. Lê divê berê pirs ji zarokan bê pirsîn nîşanî doktor be dayîn. Divê berê rapor bê stendin. Piştî rapora lêkolîna civakî hat girtin û şûnde sûcê zarok bê pirsîn. Piştî raporê divê zarok sewqî dozger bê kirin. Lê mixabin wisa nayê kirin."

Prz. Evcîn, da zanîn ku polîs bêtir ji bo lîstikên xwe û sanaryoyên xwe têxin meriyetê pirsan ji zarokan dikin û zaroan li gorî pirsên xwe araste dikin. Evcin, destnîşan kir ku pirsên di sohmetê de dipirse, wekî ku di girteke de pirsî be dikin rapor. Bi zextan dixwazin zarokan bikin sîxur û îtîrafkar. Pirsên ku ji zarokan tên pirsîn berê hatine amadekirin. Ji bo pirsên wan bên bersivandin pêdivî bi gotina zarokekî heye û wan zarokan ji pirs û lîstika xwe re dikin lîstikvan.

Ji ber vê yekê li şûna edaletê tenê bi feraseta cezakirinê tev digerin. Li aliyê din dozger ji wekî polîsan tev digerin.

(mae)