1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Polîs xebatên çandi yên kurdî asteng dike
Polîs xebatên çandi yên kurdî asteng dike,polîs,xebatên,çandi,yên,kurdî,asteng,dike

Polîs xebatên çandi yên kurdî asteng dike

A+ A-

31 Gulan

WAN (DÎHA) - Navenda Çandê ya Nuda a ku di her beşa çandî de perwerdehiya kurdî dide û li dijî dejenerebûnê ciwanan bi xebatên çand û hunerê tîne cem hev. Rayedarên Navenda Çandê ya Nuda diyar kirin ku xebatên wan ji aliyê polîsan ve tên astenkirin û polîs ji bo ciwan tevlî qursan nebin asteng dike.

Navenda Çandê ya Nuda ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di sala 2012'an de li taxa Xaçortê ji xizmetê re vekir bûye cihê ciwan û zarokan. Li saziyê her roj seat di 09.00-19.00'an de di qadên gîtar, piyano, keman, tenbur, bilûr, erbane, folklor, wêne, peyker, şano, sînema, resîm, ziman û wêjeyê de perwerdehî tê dayîn. Li saziyê ji zarokan re perwerdehiya afirandin û kolektîfbûnê tê dayîn û ji ciwanan re jî hişmendiya di bingeha civakê de huner heye tê dayîn. Hemû perwerdehiyên Navenda Çandê ya Nuda bi kurdî tên dayîn.

Xebatkara Navenda Çandê ya Nuda Emîne Aksoy, diyar kir ku ji bo dayîkan jî "pola dayîkan" vekirin. Aksoy, anî ziman ku ji zarokên temenê wan 5-7 û jinên xwendin û nivîsandinê nizanin xebatên hînbûnê dikin û ji jinên dixwazin re wêjeya zimanê kurdî perwerdeyê didin. Aksoy, da zanîn ku yekîneya wan a folklorê par li herêmê bû yekemîn û li Tirkiyeyê jî bû çaremîn. Aksoy, bilêv kir ku ew dê di meha çotmehê de dest bi xebata akademîk bikin.

'Polîs pêşiya xwendekarên me digirin û ji wan re dibêjin neçin wir'

Aksoy, balkişand ser girîngiya navenda çandê û destnîşan kir ku wan fersenda pêşiya ciwanên ber bi aliyên nebaş ve diçin girtin û wiha got: "Fersendên li pêşiya ciwanan tên astengkirin û hin caran jî bi zanebûn wê dikin. Polîs pêşiya xwendekarên me digirin û ji wan re dibêjin 'neçin wir' Diçin malbatan û îftîrayên 'Ew dê zarokên we bişînin çiya' dikin. Dixwazin bera ciwanan bi zextên malbatê bidin aliyekî din. Malbat gelek caran destûrê nadin hevalên jin bên vir."

'Em dixwazin pêşengiya şanoya polîtîk bikin'

Hêvîdar Bakir û Zafer Artuş ên ku di qada şanoyê de perwerdehiyê didin jî diyar kirin ku ew hewil didin ku rastiya hunerê derbixin holê. Artuş, anî ziman ku ew dixwazin pêşengiya şanoya polîtîk bikin û wiha got: "Em xwest em nirxên gel pêşkêş gel bikin û wisa dest bi şanoyê kir û em serketin." Artuş, da zanîn ku sal û nîvin li ser teoriya kevin a yewnan, Misir û Mezopotamya, Serdema Navîn û şanoya Ronesansê xebat kirin. Artuş, da zanîn ku piranî li ser nivîskariya şanoyê disekinin û di şanoya kurd de kêmasiya nivîsakaran heye.

(bd)