1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Polîs êrîşî hemû çalakiyên civakî yên muxalif dike
Polîs êrîşî hemû çalakiyên civakî yên muxalif dike,polîs,êrîşî,hemû,çalakiyên,civakî,yên,muxalif,dike

Polîs êrîşî hemû çalakiyên civakî yên muxalif dike

A+ A-

ÎZMÎR (DÎHA) - Li Kurdistanê operasyonên înkar û îmhayê didomin, li Tirkiyeyê jî polîs êrîşî hemû çalakiyên muxalifan dikin. Li Îzmirê di mehek dawî de hemû daxuyanî û meşên saziyên muxalif rastî êrîşên polîsan hatin. Polîsan di êrîşan de bi dehan kes bi lêdanê binçav kirin.

Hêzên dewletê li Kurdistanê şerê înkar û îmhayê dimeşîne, li Tirkiyeyê jî êrîşî hemû çalakî û xebatên civakî yên muxalif dike. Hemû hêzên demokratîk yên dixwazin mafên xwe yên çalakiyên demokratîk bikar bînin rastî êrîşên polîsan tên. Li Îzmirê saziyên civakî û saziyên demokratîk yên çalakiyên demokratîk û rewa pêk anîn hemû rastî êrîşên hêzên dewletê hatin. Li gel ku sazî û rêxistin bêyî destûrê ji saziyên dewletê bigirin jî dikarin bimeşin û daxuyaniyan bidin jî polîs êrîş dike û binçav dike. Di meha dawî de hemû meş, daxuyanî û çalakiyên li Îzmirê ji aliyê saziyên demokratîk ve hatin lidarxistin tev ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîs êrîşî hemû çalakiyan dike û li taxan bi TOMA'yan nobetê digirin.

Herî dawî TOMA ya li taxa Asarlikê nobet digirt, bi awayekî keyfî ava şid avêt kahweya taxê û welatî bêzar kirin. Li Konakê jî êrîşî meşa "Ji Ocalan re azadî" kirin. Di êrîşa polîsan de rêveberê HDP'ê birîndar bû û xwîn çû ser mejiyê wî.

Li zanîngehan êrîş û lêpirsîn

Li zanîngehan jî êrîşî xwendekaran dikin û xwendekar rastî lêpirsînê dikin. Gelek xwendekarên zanîngehê di êrişa polîsan de hatin binçavkirin. Ji meh tîrmehê heta niha komkujiya fîzîkî û siyasî didome. Li Îzmîrê jî girtin û binçavkirin zêde dibe.

Di meha Kanûnê de çalakiyên rastî êrîşa polîsan hatine û kesên hatine binçavkirin:

4 kanûn: Rêxistina ciwanên ESP'ê yên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalist (SGDF), bi çalakiyan operasyonên li herêmê şermezar kirin. Ciwanên li Kolana Şehîdên Kibrısê çalakî pêk anîn rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan 20 kes binçav kirin.

7 Kanûn: Rêveberên ESP'ê, binçavkirina endamên xwe yên SGDF'ê şermezar kirin û dîsa rastî êrîşa polîsan hatin. Dîsa hatin binçavkirin.

7 Kanûn: Li taxa Asarlikê ya navçeya Menemena Îzmirê TOMA bi ava şit êrîşî kahwexaneyê kir û camê qahwexaneyê şikestin. Gelek welatî jî birîndar bûn.

10 Kanûn: Endamên Kolektifa Xwendekarên Îzmirê, bi boneya komkujiya Enqereyê şermezar bikin çalakî pêk anîn. Koma ku li pêş avahiya AKP'ê ya Konakê çalakî pêk anî û rê li trafîkê girt, rasti êrîşa polîsan hat. Polîsan êrîşî ciwanan kir û 3 xwendekar binçav kirin.

10 Kanûn: Xwendekarên Zanîngehea Dokuz Eylulê komkujiya Enqereyê şermezar kirin. Xwendekarên komkujî şermezar kirin rastî êrîşa polîsan hatin. Polisan 15 xwendekar bi lêdanê binçavkirin.

11 Kanûn: Li navçeya Karşiyaka ya Îzmirê endamên DEV-LÎS'ê li pêş Lîseya Gazî Anadolu belavok belav kirin. Polîsan êrîş kir û O.G. binçav kirin.

13 Kanûn: Ciwanên Menemenê yên êrîşên li ser Sûrê şermezar kirin rastî êrîşên polîsan hatin. Polîsan di êrîşê de 4 kes binçav kirin.

20 Kanûn: Meclîsa Aştiyê ya Îzmirê, KJA û TAYD-DER'ê meşa "Ji Ocalan re Azadî" pêk anî. Polisan êrîşî komê kir û 5 kes binçavkirin. Di êrîşê de rêveberê HDP'ê Hacay Yilmaz birîndar bû û xwîn çû ser mejiyê wî."

22 Kanûn: Xwendekarên sosyalîst û welatparêz ên Zanîngeha Dokuz Eylulê bi boneya komkujiya hêzên dewletê ya li Kurdistanê şermezar bike çalakî pêk anî. Xwendekar rastî êrîşa nijadperestan hat. Piştre rastî êrişên polîsan hatin.

22 Kanûn: Rêxistina ESP'ê ya Îzmirê ji bo kuştina Yelîz Erbay û Şirin Oter şermezar bikin li Kolana Şehîdên Kibrisê ya Alsancakê xwestin daxuyanî bidin. Polîsan êrîş kir û di navde Hevserokê HDP'ê ye Konakê Mahsun Koç jî di navde gelek kes bi lêdanê hatin binçavkirin.

23 Kanûn: Xwendekarên ku li Zanîngeha Dokuz Eylulê êrîşên li Kurdistanê şermezar kirin, rastî êrîşa polîsan hatin. Polisan 13 xwendekar binçav kirin.

24 Kanûn: Polîsan êrîşî avahiya ESP'ê ya Alsancakê kir.

25 Kanûn: Endama KJA'yê ya xwest li Karşiyakayê çalakiya 'Qatilê jinê Dewlet e" pêk bîne, rastî êrîşa polîsan hat.

26 Kanûn: 2 zarokên li Îzmîrê hatin binçavkirin rastî îşkenceyê hatin.

27 Kanûn: Girseya ku li navçeya Karşıyaka xwestin êrîşên li ser gelê Kurdistanê şermezar bike rastî êrîşa polîsan hat. Polîsan bi bombeyên gazê, ava şit û guleyên lastîk êrîş pêk anîn.

27 Kanûn: Welatiyên xwestin ji bo endamê YPG'ê Halil Çelik (Mir Agît) yê li Kobanê di şer de jiyana xwe ji dest da, lokûm belav bikin, rastî êrişên polîsan hatin. Polîsan ciwan bi lêdanê binçav kirin.

28 Kanûn: Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê li kolana Şehîdên Kibrisê ya Alsancakê komkujiya Roboskê şermezar kir û rastî êrişa polîsan hat. Polîsan Hevserokên HDP'ê Dilek Aykan û Cavit Ugur jî di navde 9 kes binçav kirin.

28 Kanûn: Endamên ESP'ê û SGD'ê yên Roboskî şermezar kir û êrişên li ser gelê Kurdistanê şermezar kirin rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan 14 kes binçav kirin.

29 Kanûn: Li navçeya Menemenê polîsan bi ser 14 malan de girt û 8 kes binçavkirin.

(mae)