1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Polîsan avahiya BDP'ê ya Amedê dorpêç kir
Polîsan avahiya BDP'ê ya Amedê dorpêç kir,polîsan,avahiya,bdp,ê,ya,amedê,dorpêç,kir

Polîsan avahiya BDP'ê ya Amedê dorpêç kir

A+ A-

TUHAD-FED'ê li Amedê bi boneya salvegera operasyona "Vegera Jiyanê" ya di 19'ê kanûnê 2000'an de li dijî gelek girtîgehan pêk hatibû şermezar bikin, meşek pêk anî. Piştî polîsan mudaxaleyî girsê kirin derdorê avahiya BDP'ê ya Amedê dorpêç kirin.

Girseya ku di pêşengiya TUHAD-FED'ê de li ber avahiya BDP'ê kom bûn û ber bi Girtîgeha Tîpa E a Amedê ve meşiyan rastî mudaxaleya polîsan a bi bombeyê gazê hatin. Piştî polîsan bi ava şit û bombeyê gazê mudaxaleyî girsê kir, girsê jî bi bi keviran bersîv da polîsan. Li ser vê yekê polîsan bi hinceta di avahiya BDP'ê de "xwepêşandan hene" derdorê avahiyê girtin û BDP dorpêç kirin. Hate gotin ku ji bo polîs têkevin hundirê avahiyê dixwazin biryara lêgerînê bistînin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Amedê Nîjad Yaruk, bi rayedarên polîsan re hevdîtin pêk anî û ji polîsan xwest bi lezgîn dawî li dorpêçê bînin.

Hêj dorpêça polîsan a li derdorê avahiya BDP'ê didome. Hevserokên BDP'ê û şaredarên BDP'ê yên beşdarî komxebata KCD'ê bûbûn jî ji komxebatê derketin û hatin avahiya BDP'ê.

DÎHA (mae)