Polîsan di êrîşê de çav derxist
Di merasima cezayê endamê HPG'ê Ramazan Yilmaz de polîsan mudaxaleyî girsê kiribû û welatiyê bi navê Hamdî Ozyandi bi ava şit ji çavê xwe ve birîndar bûbû
Di merasima cezayê endamê HPG'ê Ramazan Yilmaz de polîsan mudaxaleyî girsê kiribû û welatiyê bi navê Hamdî Ozyandi bi ava şit ji çavê xwe ve birîndar bûbû. Ozyandi diyar kir ku ji ber mudaxaleya polîsan a bi ava şit çavê wî nabîne û dê piştî emeliyatê diyar bibe ku çavê wî baş bibe ya na.
Li navçeya Farqîna Amedê di merasima cenazeyê HPG'li Ramazan Yılmaz (Andok Farqin) a li Farqînê de polîsan mudaxaleyî cenaze kiribû û gelek kes bi ava şit a polîsan birîndar bûbûn. Yek ji van kesên birîndar welatiyê 55 salî Hamdi Ozyandi bi ava şit ji çavê xwe ve birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. Ozyandi 6 rojin li nexweşxaneyê tê girtin. Ozyandi anî ziman ku xwîna birînê sekiniye, lê doktoran diyar kiriye ku pêwiste bê ameliyatkirin. Ozyandi da zanîn ku êdî 2 çavên wî baş nabîne.
'Dibe ku ez çavê xwe winda bikim'
Ozyandi, anî ziman ku di merasima ceneze de bi girseyî ber bi goristanê ve meşiyan û polîsan bi ava şit mudaxaleyî girsê kirin û wiha got: "Polîsan girse dorpêç kir. Bêyî hişyariyê bikin bi ava şit û bombeyên gazê êrîşî girsê kir. Hêj darbesta cenaze li ser milê me bû alozî derket. Wê demê ava şit a polîsan ji panzêrê davêt li çavê min ket. Ez wê demê ji ser xwe çûm. Kesên beşdarî merasima cenaze bûn ez rakirim nexweşxaneyê. Ez vê yekê wekî neheqiyê dibînim. Hem neheqiyê li me dikin û hem jî me birîndar dikin. Ez dê serî li şaxa ÎHD'ê bidin û alîkariya hiqûqî bixwazim."
(mae)
