1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Polîsan em gulebaran kirin"
"Polîsan em gulebaran kirin",polîsan,em,gulebaran,kirin

"Polîsan em gulebaran kirin"

A+ A-

SERTAÇ KAYAR / ÎSMET MÎKAÎLOGULLARI Malbata Doru ya ku li Êlihê wesayîta wan hate gulebarankirin û ji malbatê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan diyar kirin ku polîsan ew gulebaran kirine û ev yek ji Wezîr Mehmet Şîmşek û Waliyê Êlihê re jî ragihandine lê li gel vê yekê jî tiştek nehatiye kirin. Kesên malbatê li dijî çapemeniya ku nûçe beravajî kirin û weşandin û saziyên sivîl ku ew tenê hiştin jî nerazîbûn nîşan dan.

Li Êlihê beriya 3 rojan di bûyera ku qewimî de Mizgîn Doru (32), zaroka wê ya bi sezeryanê hate girtin û keça wê ya 3 salî Sultan jiyana xwe ji dest dan. Der barê bûyerê de şahidên bûyerê û kesên malbatê li gel ku agahî dan jî nûçeyên di çapemeniyê de derketin û rayedaran bûyer avêtin ser PKK'ê. Kesên malbatê diyar kirin ku polîsan ew gulebaran kirine. Kesên malbatê li dijî endamên çapemeniya ku bi wan re hevdîtîn pêk anîn û bûyer beravajî kirine, rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî nerazîbûn nîşan dan.

Piştî bûyerê ji bo kesên ku li gundê Beherziqê ya Qûbînê konê şînê hate danîn û serdanên ji bo sersaxiyê jî didomin. Talat Doruyê ku ji nexweşxaneyê derket jî serdanan qebûl dike. Li gundê ku welatî ditirsin û li ber kamereyan nikarin biaxivin, hemû gundî wekî navnîşana kiryarê bûyerê polîsan nîşan dide.

Bav Doru bûyer ji Wezîr û Walî re vegot

Kesên malbata Doru der barê bûyerê de agahî dan lê li ber kamerayan ji ber ku ditirsin û nikarin biaxivin diyar kirin ku bav Talat Doru yê ku di bûyerê de birîndar bûne gotiye ku polîsan ew gulebaran kirine û wî ev yek ji Wezîrê Maliyeyê Mehmet Şîmşek û Walîye Êlihê ku li nexweşnayê çûne serdana wî re li ber kamerayan gotiye û bersiva "em ê mijarê lêkolîn" bikin dane wî.

'Çapemeniyê beravajî kir, gotinên me nedan'

Kesên malbatê li dijî rojnamegerên ku bi wan de axivîne jî nerazîbûn nîşan dan diyar kirin ku li gel ku gotine kiryar polîs in jî nûçe hatine beravajîkirin û gotinên wan nehatine nivîsandin. Malbat ji ber ku çapemeniyê gotinên wan nedane aciz in û Şema Duru ya ku gotiye "leşkeran em gulebaran kirin" ji aliyê çapemeniyê ve nehatiye nivîsandin.

Wesayît hêj nehatiye dayîn

Malbatê anî ziman ku wesayîta ku hatiye gulebarankirin bi hinceta ku tê lêkolînkirin hêj nehatiye dayîn û kamerayên mobeseyê yên li cihê bûyerê hatine desteserkirin û di encama lêkolîna balîstîkê de rapor hatiye amadekirin lê rapor nehatiye aşkerakirin.

Li dijî rêxistinên sivîl ên civakî nerazîbûn

Malbatê li dijî rêxistinên sivîl ên civakî ku piştî bûyerê ew tenê hiştin jî bi gazinc in. Malbatê wiha got: "Di serî de ÎHD û BDP çima rêxistinên sivîl çima nehatin û lêkolîn nedan destpêkirin. Lİ ser bûyeran nasekinin." Malbatê daxuyand ku ew ê di rojên pêş de der barê bûyerê de biaxivin.

'Ji ber ku rêxistinên sivîl ên civakî û BDP heyetê naşîne naxivin'

Gundiyên ku der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman jî diyar kirin ku ji ber ku BDP û rêxistinên sivîl ên civakî heyeteke naşîne kesên malbatê bûyerê venabêje û ji ber ku tenê hatine hiştin aciz in.

Heyeta KCD û BDP'ê çû serdanê

Li aliyê din endamên Lijneya Koordînasyonê ya KCD'ê Ayla Akat Ata, Demîr Çelîk û Ozdal Uçer, Endamên însiyatîfa Dayikên Aştiyê, endamên rêxistina BDP'ê yên Êlihê jî di nav de komeke qerbalix çû gund û konê şîne ziyaret kir û ji bo malbatê sersaxî xwest. DÎHA (sa)


Bêjeyên Miftehî