Polîsan mudaxale kir
Polîsan mudaxaleyî 10 hezaran girseya meşiya Qada Newrozê kir
Hevserokê Giştîyê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û parlementerên BDP'ê li gel 10 hezaran kesan li ber avahiya BDP'ê kom bûn û ber bi qada Newrozê ve meşiyan. Piştî girsê dest bi meşê kir, polîsan bi bombeyên gazê mudaxaleyî girsê kir. Pevçûn didome.
Bi hezaran welatiyên ku li taxên Rezan, Peyas û Sûrê xwestin bimeşin qada Newrozê û rastî astengiya polîsan hatin. Bi hezaran kesên ku li taxan rastî astengiyê polisan hatin, berê xwe dan avahiya BDP'ê û li ber avahiya BDP'ê kom bûn. Bi 10 hezaran kesên ku li ber avahiya BDP'ê kom bûn, xwestin li gel Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş û wekîlên BDP'ê û dîsa şaredarên BDP'ê ji ber BDP'ê heta qada Newrozê bimeşin. Bi 10 hezaran kesên li ber avahiya BDP'ê kom bûn dirûşma "Kurdistanî bi we rûmetdar in" berz kirin û xwestin bimeşin qada Newrozê. Bi 10 hezaran kesên kesên dest bi meşê kirin rastî mudaxaleya polîsan hatin. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şit mudaxaleyî girsê kir. Polîsên ku bi panzêr û TOMA'ayan mudaxaleyî girsê kir, xwest girsê belav bike. Bi mudaxaleya polîsan re di navbera girse û polîsan de pevçûn derket. Polîsan bi ava şit û bombyên gazê mudaxale kir; girsê jî bi keviran bersîv da polîsan.
Di ketina Amedê li rexê Petrola Sabrî de bi hezaran welatiyên ji Êlih, Bîsmîl, Sêrt hatin rastî astengiyên polîsan hatin. Bi sedan maşîneyên ku ji derve hatin, rastî mudaxaleya polîsan hatin. Polîsan maşîne rawestandin û cezayê pereyan li maşîneyan birîn. Bi hezaran girseyê ku xwest bimeşe rastî mudaxaleya polîsan hat. Pişti polîsan mudaxale kir, di navbera polîs û girsê de pevçûn derket û girsê jî bi keviran bersîv da.
Li navçeya Rezan a Amedê jî girseya ku xwestin bimeşin qada Newrozê rastî mudaxaleya polîsan hat. Bi hezaran kesên xwest bimeşin rastî astengiya polîsan hatin. Girsê di lehê PKK'ê û Abdullah Ocalan de dirûşme berz kir.
Pevçûna ku nêzî nîv saetê berdewam kir belav bû û dîsa li kolana Sento kom bû û dest bi meşê kir. Girse li vir dîsa rastî mudaxaleya polîsan hat.
Polîsan ceza li otobusan birî
30 maşîneyên ji navçeya Lîceyê hatin, di rêdê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Polîsan nasnameyên welatiyan yek bi yek lêgerîn kir û pişt re cezayê pereyan li maşîneyan birî. Li qada Yeni Halê jî girsê barîkatên polisan şikandin û meşiyan.
(HABER, GÖRÜNTÜ VE FOTOĞRAF: Nesrin Orak, Şermin Soydan, İsmet Mikailoğulları, Metin İnan, Sertaç Kayar, Mahsun Sağlık, Nagihan Akarsel, Deniz Vesile Tufan, İshak Dursun, Dicle Müftüoğlu, Selami Denizhan, Metin Dağ, Yılmaz Hatman)
(mae)
