1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Polîsan êrîşî meşa Amedê kir
Polîsan êrîşî meşa Amedê kir,polîsan,êrîşî,meşa,amedê,kir

Polîsan êrîşî meşa Amedê kir

Polîsan êrîşî meşa DOKH'ê ya li Amedê kir

A+ A-

Polîsan êrîşî meşa di bin pêşengiya DOKH'ê ya ku bi armanca balê bikşînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'î ya bêdem û dorveneger kir. Bûyer berdewam dikin.

Li Amedê DOKH'ê xwest ku bi armanca balê bikşîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'î bi armanca şertên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên tenduristî, ewlehî û azadiyê pêk bên û mafên gelê kurd bên qebûlkirin meşekê li dar bixin. Lê polîsa êrîş li meşa ji bo azadiya Ocalan kir. Girseya di nav de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, parlementerên BDP'ê Nursel Aydogan û Emîne Ayna jî di nav de li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Rezan hatin cem hev û xwestin ber bi Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ve dest bi meşê bikin. Lê polîsan meş asteng kir. Li ser vê yekê Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk li Kolana Sento ya Rezan dest bi çalakiya rûniştinê kir û polîsan xwest ku Tugluk rabikin. Piştî Tugluk li erdê ranebû polîsan gaz spreyê avêt çavên wê.

Piştre di navbera girse û polîsan de peçvûnê dest pê kir. Polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîş li girseyê kir. Bûyer berdewam dikin.

Li aliyê din girseya di nav de Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Parlementerê BDP'ê Halîl Aksoy, Emdama Meclîsa BDP'ê Meral Daniş Beştaş û Feleknas Uca jî di nav de li Kolana Barişê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Girseya ji aliyê polîsan ve hatî dorpêçkirin slogana "Zext me bêzar nakin" berz dikin. Girse helwesat polîsan bi çekip û tîlîliyan şermezar dike. Hemû kolanên diçin girtîgehê ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin û ji ber bombeyên gazê hinek jin li ser hişên xwe çûn. Pevçûnên bi mudaxeleya polîsan dest pê kirin li kolanan hêj berdewam dikin. Girseya di nav de parlementer û şaredar jî hene di bin dorpêça polîsan de ne sekna xwe berdewam dikin. Komeke din a li Kolana Emekê dixwazin bimeşin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin dest bi çalakiya rûniştinê kirin û sloganên ""Bijî Serok Apo", "Girtî rûmeta me ne" û "Berxwedana girtiyan berxwedana me ye" berz dikin. Polîsa anonsên dê mudaxeleyê bikin, dike.

Li aliyê din 3 helîkopter jî li ser kolana Emek û Barişê digerin. Bûyer berdewam dikin...

(bd/mae)