Polîsên Edeneyê mudaxaleyî çalakiyê kir
Li Edeneyê bi boneya şermezarkirina biryara YSK'ê ya der barê xistina parlementeriya Parlementerê Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê ya Amedê Hatîp Dîcle de bi girseyî çalakî hate lidarxistin. Polisan mudaxaleyî girsê kir û 2 polîs birîndar bûn.
Komên ku li taxên Şakîrpaşa, Denîzli û Daglioglu yên navçeya Seyhanê biryara YSK'ê ya der barê Parlementerê Amedê Hatîp Dîcle de şermezar kirin rastî mudaxaleya polîsan hatin. Di mudaxaleyê de polîsan bombeyên gazê û ava şit bikar anîn. Piştî mudaxaleyê komê jî bi kevir, molotofkokteyliyan û fîşekên hewayî bersîv da polîsan. Bûyeran heta derengê şevê berdewam kir. Di bûyeran de 2 polîs birîndar bûn. Ji ber ku polîsan gelek bombeyên gazê bikar anîn, gelek welatiyên li ser baniyan û balkonan razabûn ketin bin bandora gazê. DÎHA (mae)