1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Polîsên Erdogan bi çekan êrîşî gundiyan kir
Polîsên Erdogan bi çekan êrîşî gundiyan kir,polîsên,erdogan,bi,çekan,êrîşî,gundiyan,kir

Polîsên Erdogan bi çekan êrîşî gundiyan kir

A+ A-

AMED - Gundiyên Gundê Baluşê ya Navçeya Rezik ya Amedê yên ji ber pirsgirêka ceyranê çûn DEDAŞ'ê rastî heqaretan hatin, bi çekan paşve hatin vegerandin. Gundî pişt re hatin binçavkirin û serbest hatin berdan. Her çend Serokwezîr Erdogan bêje gundê bê ceyran nemane jî derket holê ku 2,5 mehin ceyrana gund tune.

Serokwezîr R. Tayyîp Erdogan di hemû mitîngên xwe de dibêje 'Me pirsgirêkên rê, ceyran û avê çareserkirine. Lê pirsgirêka gundiyên gundê Baluşê ya navçeya Rezik ya Amedê dijîn vê yekê derew derdixîne. Gundê ji 83 mal û nêzî hezar nifusê ev 2,5 mehin ji ber ceyrana wan tuneye pirsgirêkan dijîn. Gundiyên bi sondajê û ceyranê pirsgirêka avê çareser dikirin ji ber ceyran tuneye avê jî tuneye. Jinên gund dibin şert û mercên giran û kevnare de bi metereyan ji derdorê avê dikîşînin.

PROJEYA 25 SALIN NEHATIYE GUHERÎN!

Di sala 1986'an de ceyran hate gund. 25 salin trafo û telên ceyranê hêj nehatine guherîn. Gundiyan, diyar kir ku di qeydên DEDAŞ'ê de têlên ceyrana wan hatine guherîn tê dîtin, lê tel nehatine guherîn. Gundiyan, anîn ziman ku, tu deynê wan yê ceyeranê tuneye û ji ber bê ceyranin bi gazincin. Gundiyan gotinên Serokwezîr Erdogan yên "Pêwîst be waliyên min wê biçin mala welatiyan rûnin çaya wan vexwin û guh bidin pirsgirêkên wan" bi bîrxistin û dan zanîn ku, gundiyên randevû ji walî xwestin, lê piştî 2 mehan şûnde bersîv girtin. Gundiyan herî dawî ji bo çareseriya pirsgirêkê du roj berê bi Midûrê DEDAŞ'ê re hevdîtinê pêk anîn. Rojên borî 70 gundiyên bi boneya pirsgirêka ceyranê çareser bikin xwastin bi DEDAŞ'ê re hevdîtinê bikin û hatin ber DEDAŞ'ê. Gundî rastî heqaret û gefên bi çekan hatin. Pişt re 40 welatî ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Gundî piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsan serbest hatin berdan.

JIYANA 4 ZAROKAN GIRÊDAYÎ JENERATORÊ YE

Gundiyên ji ber ceyran tuneye bi fikarin mafê xwe yê walatîbûnê dixwazin. Bi taybetî Gundiyên nexweş ji ber ceyranê bi gazincin. Jina bi navê Zeynep Atman ya 65 salî 3 meh berê emeliyata dil bû, ji ber êvaran di tariyê dene, li ber ronahiya çirayê derzî dibe. Her wiha li gund 4 zarokên temenê wan di nav 1 û 2 saliyê de yên nexşweş, bi cihazê buharê jiyana xwe berdewam dikin. Lê cihazên buharê tenê bi jeneratora li mala keya dixebitin. Dayîka Muratê 1,5 salî û nexweşêm astimê Ayten Atman, anî ziman ku heke jeneratora li mala keyayê gund nebe wê jiyana zarokê wê di talukê de bû. Atman diyar kir ku, ger tiştek li zarokê wê bê berpirsyar Midûrê DEDAŞ'ê ye.

Bavê Meleka 2 mehî ya neşxweşa astimê Mehmet Adiguzel jî wiha got: "E nikarin vê zivistanê zaroka xwe bibin li gudnên din bigerinim. Ji ber vê yekê ez duh çûm DEDAŞ'ê. Me wê derdê xwe ji midûr re vegotinban lê hêzên ewlehiyê destûr neda û bi çekan êrîş li me kir."

'EV DEWLETEKE ÇAWA YE?'

Jina bi navê Gewrê Duva jî bêzariya xwe anî ziman û wiha axivî: "Ji ber ku ceyrana me tuneye avên me jî nayên. Em li gundên din avê tînin. Em şevê ji ber ku ceyran tuneye nikarin hewcehiyên xwe pêk bînin û zehmetê dikîşinin. Em di nav şert û mercên gelek zehmet de ne. Gelo ev dewleteke çawa ye?"

GUNDÎ BI DERFETÊN XWE TRAFO DIKIRIN

Keyayê Gund Cafer Kaymak jî bertek nîşanî daxuyaniya Midûrê DEDAŞ'ê Nîhat Nurbak da û wiha got: "Midûr dibêje trafoya ji aliyê gundiyan ve hate guhertin. Kaymak, da zanîn ku, Nurbakî dixwaze xwe bi vê yekê pak bike û da zanîn ku ew Wê li gund serê malê 100 TL. pere kombikin û trafoyekî nû bikirin.

Gundiyan diyar kir ku, Wê trafoyê nû bikirin, lê dîsa jî pirsgirêka wan çareser nabe. Gundiyan, dan zanîn ku wê li ber DEDAŞ'ê çalakiyê li dar bixin.

ANF