Polîsên ku Bîrlîk li pey wesayîtê kaş kirin dê îfade bidin
ŞIRNEX (DÎHA) - Di lêpirsîna ku têkîldarî pêkanînên li dijî cenazeyê Haci Lokman Bîrlîk ê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin û li erdê hate kaşkirin tê meşandin de navên ku dozger ev meheke ji emniyetê dixwaze nû gihîşt dozgeriyê. 6 polîsên ku emniyetê navên wan dane dê rojên pêş biçin dozgeriyê û îfade bidin. Parêzera malbata Bîrlîk Buşra Demîr diyar kir ku tu hêviyên wan a darizandineke adil bê kirin tuneye.
Li taxa Dicle ya Şirnexê Haci Lokman Bîrlîk ê ku di 2'yê cotmehê de ji aliyê polîsan ve bi 28 guleyan ve hate qetilkirin û piştre jî li erdê hate kaşkirin, têkîldarî bûyerê di lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê vekir de, dozger navê polîsên ku wê rojê peywirdar bûn ji Midûriyeta Polîsan a Şirnexê xwestiye lê nav ancax piştî meheke gihiştiye dozgeriyê. Ji ber ku ev daxwaza dozgeriyê ji aliyê emniyetê ve demeke dirêj nehatiye bersivandin, parêzenên malbata Bîrlîk der barê rayedarên emniyetê de amadekariya ku serlêdana suc bikin dikirin û di vê navberê de navên 6 polîsan gihîşt emniyetê.
Dozgeriyê tenê polîsên ku di wesayîta dupişt de peywirdar bûn xist çarçoveya lêpirsînê û ev yek bû sedema nerazîbûna parêzeran, ev polîsên ku navên wan hatin dayîn jî li bendê ye rojên pêş de li dozgeriyê îfadeyên wan bên girtin.
'tenê navên 6 polîsan hatiye'
Ji parêzerên malbatê Buşra Demîr diyar kir ku der barê navên hemû polîsên peywirdar de emniyet û dozgerî polîtîkiyeke zanebûn dişopîne. Demîr wiha got: "Li vir tam beriya meheke hate qetilkirin. Nav îro hatin dayîn. Me gelek caran daxwaz kir lê nav nehatin dayîn. Dozgeriyê digot me ji Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê re nivîs şandiye lê ji ber ku nav neşandina em nikarin ji bo îfadeyê gazî bikin. Di merhaleya ku hatiye de 6 nav dane dozgeriyê lê ev ne bes e."
'Bi dehan polîs berpirsyar in'
Demîr anî ziman ku navên ku ji dozgeriyê re hatine şandin yên li hundirê wesayîta dupişk de ne û wiha axivî: "Li wir bi dehan polîs hebûn. Me got divê hemû ji sucên cuda bên darizandin. Ji ber vê yekê jî divê lîsteya hemûyan bê û hemû îfade bidin."
'Sucên cuda hene'
Demîr bilêv kir ku dozger tenê ji ber "heqereta li dijî bîranîna şexs" lêpirsîn daye vekirin û di bûyerê de "bi zanebûn kuştina mirov" "îşkence" "peywira xwe xirab bikaranîn" "suc agahdarnekirin" gelek sucên cuda hene.
Demîr got ku her çipas dozgerî bûyerê sivik nîşan bide jî hovîtiyek heye û ev tişt anî ziman: "Li wir hemû polîs û amîr li dijî bûyerê bêdeng man. Gelek polîs li ber cenaze wêne dikişînin. Dema ev suc hate kirin yên ku mudaxale nekirin hemû sucdar in."
Demîr destnîşan kir ku hêviya wan, wekî ku darizandineke adil bê kirin tuneye û heke ji dadgeha herêmê encamê negirin dê serî li dadgehên navneteweyî bidin.
(sa)
