Prof. Dr. Turgay: Kongre dê îslama rast ava bike
8 Gulan
HAYRİ DEMİR
AMED (DÎHA) - Amadekariyên Kongreya Îslama Demokratîk ku di navbera 10-11'ê Gulanê de li Amedê pek bê erdewam dike. Prof. Dr. Nurettin Turgay, jî anî ziman ku ji bo rastiya îslamê gavek erênî ye.
Kongreya Îslama Demokratik ku li ser pêşniyara Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ket rojevê, dê di navbera 10-11'ê Gulanê de li Salona Konferansê ya Parka Sumerê ya Amede pêk bê. Konferans dê 2 rojan bi niqaşê li ser olê îslamê û olên herêmê berdewam bike. Konferansa ku îslama demokratîk, civakî û edaletê bê niqaşkirin dê li ser Peymana Medîneyê jî bêrawestandin. Dêkildarî konferansê Hîndekarê Beşa Îlahiyatê yê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Nurettin Turgay, anî ziman ku heta niha li Rojhilata navîn di bin navê îslamê de xwîn hat rijandin û golên xwînê çêbûn. Turgay, da zanin ku ji bo îslama rastîn bê famkirin û ji aliyê her kesî ve bê nasîn ev konferans ji bo wan gelek girîng e. Turgay, da zanîn ku îslama rastîn her kesî hembêz dike û xwest li gorî wateya Sureya Fatihayê her kesî hembêz bike.
Turgay, destnîşan kir ku lazime hemû kesên beşdarî konfrenasê bibin azad fikr û ramanên xwe bînin ziman û der barê olê îslamê de zanebûn û lêkolînên xwe parve bikin û wiha got "Misliman quranê rast fam nakin û rast naxin meriyetê. Em hêvî û bawer dikin ku ev kongre dê ji hemû gelên Rojilata Navîn re bibe wesîleya aştî, aramî û demokrasiyê.
'Peyvira olê îslamê parastina can û mal e'
Turgay, da zanîn ku ger kuran û îslam rast bê vegotin û nasîn, dê şer bi dawî bibe û aştî û aramî pêş bikeve. Turgay, da zanîn ku li ser navê olê îslamê û Kuran-ı Kerim zêde gavên rast navên avetin û pîvanê rastiye pir daketine. Turgay, da zanîn ku îslama şaş nabe îslam û xwest rast û li gorî cewherê xwe bê famkirin û bidin famkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Armanca vêkongreyê olê îslamê rast bê famkirin û rast têxin meriyetê. Niha sala borî li Rojava endamên çeteyên El-Nusra ji bo kurdan fetva derxisitn. Gotin 'Kuştina kurdan helal e' Lê dijberî vê yekê peyvira olê îslamê parastina can û malê mirovan e. Di navbera misliman û nemislimanan de divê cudahî tune be. Li gorî olê îslamê û pirtûka pîroz kuranê divê mirov ji hemû xerabî, gunehan bireve. Kesên dibêjin 'Qatila kurdan helal e' ew ne misliman in. Ji ber ku di olê îslamê de kuştin û zerar dayîn tune. Parastina mal û can heye. Dîsa olê îslamê ziman, çand û nasnameyan qedexe nake. Helwesta Erdogan a yek ziman, yek al, yek netewê nayê qebûlkirin. Divê her kes bi ziman, çand û nasnameya xwe biji."
(mae)
