1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Promiyera belgefîlma 'Berîvan' hate kirin
Promiyera belgefîlma 'Berîvan' hate kirin,promiyera,belgefîlma,berîvan,hate,kirin

Promiyera belgefîlma 'Berîvan' hate kirin

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - Promiyera belgefîlma "Destanek Serhildanê; Berîvan" ku derhinêriya wê ji aliye Ayin Orak ve hatiye kirin û bûyerên Newroza sala 1992'an a Cizîrê vedibêje, hate kirin. Derhêner Orak, di promiyerê de axivî û got ku ji bo bûyêrên wê demê hatine jiyîn neyên jibîrkirin ev belgefîlm hatiye kişandin.

Promiyera belgefîlma "Destanek Serhildanê; Bervan" ku derhinêriya wê ji aliye Ayin Orak ve hatiye kirin û bûyerên Newroza sala 1992'an a Cizîrê ku di encamê de 17 kesan jiyana xwe ji dest dabû vedibêje, li Muzeya Perayê hate kirin.

Di belgefîlma 48 deqe de ku Orak bi lehenga Newroza Cizîrê, Berîvan Cizîrî re bi xwe hevdîtin pêkanîbû amade kiriye de dimenên êşkenceyê jî tên nîşandan. Ji bo belgefîlma ku carinan hestewar dike û carnan jî hêrs dike bi deqeyan çepik hatin lêdan. Orak, di nîşandana belgefîlmê de axivî û got ku ji bo bûyêrên wê demê hatine jiyîn neyên jibîrkirin ev belgefîlm hatiye kişandin.

Orak, bi berdewamî ragihand ku dîmenên belgefîlmê ji rojnamevanekî alman û Roj TV'yê girtine û wiha domand: "Derxistina wan dîmenên Cizîrê gelek zehmet bû. Hêj gelek dîmenên ku min di vê belgefîlmê de bi kar neanîne hene."

Orak, got ku her çikas dizane fîlm dê bê sansurkirin jî lê ew dê fîlm bide vîzyonê."

(lg)