1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. PYD bi wehdên Sûrî ne razî ye
PYD bi wehdên Sûrî ne razî ye,pyd,bi,wehdên,sûrî,ne,razî,ye

PYD bi wehdên Sûrî ne razî ye

A+ A-

QAMIŞLO - Desteya Rêveber ya Partiya Yekitiya Demokratîk(PYD) bal kişand ser nerazîbûnên gel ên li Sûriyeyê û careke din rêveberiya Sûriyeyê hişyar kir û diyar kir ku divê ji Zeynel Abidîn, Qeddafî û Mûbarek ders bigirin. PYD’ê nerazîbûnek tund nîşanên soza reformê ya “bê Kurd” ya rêveberiya Sûriyeyê jî da.

PYD’ê nerazîbûnek tund nîşana daxwiyaniyên reformên “bê Kurd” Berdevka Serokkomarê Sûriyeyê, Bûseyna Şeban da û got: “Israra wan li ser tinekirina hebûna gelê Kurd , bêyî ti parastinekî zagonî diyar be, bi berdewamkirina zext û qedexekirinê, tenê li doza Kurd dinêrin ku ew mafê hemwelatiya Sûriyeyê vegerînin, yan bi sererastkirina hin fermanên berê dixwazin Kurda razî bikin. Lê evane gelê kurd razî nake.”

PYD’ê di daxwiyaniya xwe ya nivîskî de got; “Em dibînin ku li vê herêmê guhertina çêdibin. Lê mixabin ji bo guhertinekî herî biçûk berdelên mezin ji xwîna pak tê dayîn. Di nava nakokiyên û rikberiyên xwîndar de derbas dibe. Ev jî li pey xwe êş û azarên mezin dihêle. Bi van şêwazan rejîm li beramberî civakê xwe radiwestin û lê daxwazên gelan nabînin û napejirînin, bi ser ku ew daxwaz xwezayî û rewan e.”

DIVÊ JI ABIDÎN, MUBAREK Û QEDDAFÎ DERS BIGIRIN

PYD’ê bal kişand ku ev mafê gelane, ne minet û ne sedeqe ye ku rejîm pêşkêş dike û rejîma Esad wiha hişyar kir: “ Ew mafekî xwezayî ye. Di rastiyê de ji destê wî hate girtin. Zeynel Alî Abidîn xwest û piştî wî Husnî Mubarek û Qezafî û Alî Abdula Salih, ji daxwazên rewa birevin û bi cî neynin, lê belê enacmên ku gihanê diyar e. Her kes dibîne.

GEL AZADÎ Û RÛMETA XWE DIXWAZE

PYD’ê bal kişand ku niha belavbûna pêlên serhildanên gel gihiştiye Sûriyeyê, gelê Sûriyê rabûye û got; “Gel dengê xwe bilind dike û daxwaza azadî û rûmeta xwe dike. Li bermberî zordestî û bêrûmetkirina ku li ser wê hate meşandin derdikeve û daxwaza Sûriyeke demokratîk ku tê de vebûn û pejrandina nerînên cuda hebe dikin. Sûriyeyeke bê rewşa awart, têde ragihandinekî azad hebe, zagona ji bo rêxistinkirina partiya û saziyan û sendîkan bê derxistin.”

PYD’ê got; “Sûriye xwedî mozayîkî dîrokî ye” û wiha domand; “Bi tevahî heyînên xwe dikare xwe têde bibîne. Li Sûriye zagonekî demokratîk ku têde ziman û çandên cuda bê pejrandin, welatekî ku tevahî heyina di bin yek banî de kom bike, û têde bi parastin û aramî bijîn.

PYD’ê destnîşan kir ku gelê Kurd ê ku ji mafê xwe yên nasname, ziman û çandî bêpar maye, gelekî ku bi girtin û kiryarê nemirovane rû bi rû ye, gelekî hebûna wî nayê pejrandin, xaka wî ji dest hatiye girtin û li ser wî zimanekî din hatiye sepandin, navên ne yê wî lê tê kirin û got; “Çandek ne çanda wî ye li ser tê ferzkirin. Ev gel tê koçberkirin, birçîkirin, bêkar hiştin. Di nava tevahî wan qedexeyan de dijîn, ti rê nedîtin ji bilê ku daxwaza mafê xwe ya jiyanî bixwazin wekî tevahî gelê cihanê bi azadî û aşitî bijîn.”

DIXWAZIN BI BANGA REFORMAN PIRSGIRÊKAN DERENG BIXIN

PYD’ê bal kişand ser banga reformên “bê Kurd” a Berdevka Serokkomarê Sûriyeyê, Bûseyna Şeban û wiha got; “Li ser rastiyeke ku dihate payîn ku ev rejîm encama jê dernaxe. Ji ezmûna destpotên yên berî xwe dersê nagire, berovajî vê bi ser ku li xwe mikur tên ku gelek pirsgirêk hene pêwîste çareser bibin. Li şûna rejîmê hin pîlanên ji bo pêşerojê diyar kirine, ya ku ti wateya xwe tine ye û ji rastiyê ve dûr e, daye sepandin ku bi hewldanê pînekirinê ji bo ku hêrsa gel kêm bikin û bi derengxistin û paşdexistina pirsgirêka bi sivkayî bigirin dest.”

PYD’ê nerazîbûnek tund nîşanî sozên derbarê zêdekirina mûçe de da û got; “Wekî ku ev hêrsa gel ji bo hin pereyan, yan bi hin bermayan wê razî bibe. Wekî tê zanîn dem gel rabe berî hertiştî dûrişmê ji bo azadî û rûmeta xwe bilind dike.”

DI HESABÊN RÊVEBERIYA SÛRIYEYÊ DE PIRSGIRÊKA KURD TUNE YE

PYD’ê bal kişand li ser pirsgirêka Kurd a li Sûriyey û got; “Di hesabên rêveberiya Sûriyê de ti pîlan û piroje ji bo gelê kurd û doza wî tune ye” û diyar kir ku heta guhertina xalên sereke yên di makezagonê pêk neyên, heta sîstema yek-partî ya ku seroketiya dewletê û civakê dike, di meriyetê de be, guhertin pêk nayên û got; “Tu dîtinên ku raya giştî ya gelê Kurd pê bawer be û razî be pêşkêş nekir. Israra wan li ser tinekirina hebûna gelê Kurd de didome. Bêyî ti parastinekî zagonî hebe, tenê bi berdewamkirina zext û qedexekirinê, li doza Kurd dinêrin. Herwiha mafê hemwelatiyê yê Kurdan li Sûriyeye an jî bi sererastkirina hin fermanên berê dixwazin Kurdan bixapînin. Lê evane gelê kurd razî nake. Bervajî vê yekê hê xurtir bi daxwazê xwe girêdaye. Di geşkirina tekoşîna demokratîk ya rewa de bi îda ye. Wê daxwazên xwe ji bo rakirina nijadperstiyê ya ku li ser tê kirin bidomîn. Heta daxwazên gelê Kurd neyê dîtin û mafên wan serekî neyên dayîn ew ê di tekoşîna xwe de berdewam dikin.”