PYD: Em ê ji bo nirxên mirovahiyê û biratiya gelan bixebitin
PYD'ê bi wesîleya 12. salvegera damezrandina xwe daxuyaniyek weşand
NAVENDA NÛÇEYAN - ANF PYD'ê diyar kir ku armanca wan a bingehîn afirandina mirovê azad û rêxistinbûyî ye û destnîşan kir, ku ew ê ji bo nirxên mirovahiyê û biratiya gelan bixebitin.
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi wesîleya 12. salvegera damezrandina xwe, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "PYD'ê di demeke ku tê de avakirina rêxistineke ku karibe hêviyên gelan pêk bîne û pêşengiyê bike de, hat damezrandin.
Partiya me di 20’ê Îlona sala 2003’an hat avakirin û serhildana Qamişlo ya Adara sala 2004’an ji bo partiya me ku nû hatibû avakirin jî ezmûnek, pir mezin bû. Piştî vê gelek kadroyên me yên pêşeng, di serî de Bavê Cûdî û Şîlan Kobanê û heta bi Osman Silêman û Îsa Hiso û bi dehan hevalên me yên din, di oxira têkoşîna me de şehîd ketin.
Armanca sereke ya ku partiya me li ser dimeşe ew e ku karibe mirovê azad biafirîne, ku karibin biryarên xwe yên azad bidin, pêk bînin û parastina perensêbên xwe bikin. Da ku karibin civakeke azad û rêxistinkirî ya ku fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo xwe esas digre, ava bikin.
Di sala 2007’an de partiya me projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku ji bo hemû pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn re çareseriyê ye, di kongra xwe ya sêyemîn de, ji bo xwe esas girt.
Berxwedana keç û xortên kurdan li Serêkaniyê, Kobanê, Hesekê û tevahiya Rojava, ji tevahiya dunyayê re îsbat kir ku gelê kurd, heta kîjan astê dikare li ber xwe bide û îradeya xwe derxe holê û parastina nirxên mirovahiyê û biratiya gelan bikin. Ev tecrube ji bo tevahiya pêkhateyên Sûriyê ji bo avakirina Sûrya pêşerojê ya Demokratîk û nenavendî her wiha ji tevahiya Rojhilata Navîn re jî ji bo avakirina Konfedralîzma Demokratîk, bû mînak.
Di 12. salvegera damezrandina partiya me de em ji gelê xwe û hemû hêzên ku nirx, rûmeta mirovahiyê û demokrasiyê diparêzin, re dibêjin em ê heta dawiyê parastina van nirxan bikin û li ser bingeha biratiya gelan û Neteweya Demokratîk, kar bikin. Em ê heta dawiyê rêya şehîdên xwe yên canê xwe feda kirin, bişopînin û bi wan re rast bin, heta ku em bighêjin serketinê."
