1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. PYNA: Em ji Kongreya Netewî re amade ne
PYNA: Em ji Kongreya Netewî re amade ne,pyna,em,ji,kongreya,netewî,re,amade,ne

PYNA: Em ji Kongreya Netewî re amade ne

A+ A-

EFRÎN – Ji berpisyarên Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Azad-Rojava (PYNA) yê Kantona Efrînê Dolet Hemdûş da zanîn ku wan di rêziknameya xwe de guhartinên bigehîn çêkirine, da ku ji Kongeriya Netewî re hazir bin û bang lidarxistina Kongeriya Netewî kir.

Di 2`yê çile de PYNA`ê kongreyeke awarte bi amadebûna endamên partiyê li dar xist û rêziknmeya xwe guhart.

Têkildarê kongreyê ji berpirsên PYNA`ê Dolet Hemdûş  ji ANHA`yê re axivî.

Dolet Hemdûş da zanîn ku di demeke ku hemû hewldanên çareserkirina aloziya Sûriyê bin ketin ji baweriya bi yekrêziya  kurdan wan rêziknameya xwe  li gorî pêdiviyên demê guhertine.

Dolet Hemdûş diyar kir ku wan di rêziknameya xwe de projeya Netewa Demokratîk û Sîstema Hevserokatiyê ji xwe re esas girtin û got: “Di kongreya me ya awarte de endamên partiyê projeya  Netewa Demokratîk û Sîstema Hevserokatiyê ji xwe re esas girtin.ʺ

Ji berpirsên PYNA`ê Dolet Hemdûş bang li tevahiya partiyên kurdî kir ku  di rêya rast de bimeşin û dûrî berjewendiyên partiyetî bikevin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me dev ji berjewendiyên partiyetî berdan. Ji bo xizmeta gelê kurd me dest bi rûpeleke nû kir. Em bang li hemû partiyan dikin ku dev ji berjewendiyên xwe berdin û yekrêziya xwe ava bikin ji ber ku di vê demê de yekîtî pir pêwîst e.”

Dolet Hemdûş di dawiya axaftina xwe de got: “Guhartinên ku me di rêziknameyê de  çêkirin ji bo ku em amadekariyên xwe ya beşdarbûna Kongreya Netewî ya Kurdistanê bikin. Em bang li hemû partiyan dikin ku Kongreya Netewî di demeke kurt de li dar bixin.”

PYNA`ê di sala 2001`an de ji aliyê kesayetên siyasetmedarê ve hatin avakirin û  di wê demê de navê partî bû Demokratîk Kurdistanê-Sûrî. Di sala 2014`an de partiyê navê xwe guhart û bû PYNA`ê. Nûnerên partiyê  niha  li Kantona Cizîrê hene.