1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. PÇDK'ê êrîş şermezar kir
PÇDK'ê êrîş şermezar kir,pçdk,ê,êrîş,şermezar,kir

PÇDK'ê êrîş şermezar kir

A+ A-

SILÊMANÎ (ANF) - Rêxistina Partiya Çareseriya Demokratîk ya Kurdistanê PÇDK’ê ya Silêmaniyê, bi daxuyaniyekê êrîşa ku duh bi şev li dijî kon û çadirên xwepêşandêran pêkhat şermezar kir.

PÇDK’ê kiryar wekî "êrîşek ji pîvanên şaristaniyê dûr" nirxandin û banga berdewamkirina xwepêşandan û nerazîbûnên demokratîk li gel kir.

Rêxistina PÇDK’ê diyarkir ku, balkêşe êrîş piştî biryara "raperîna bênavber" ya li Silêmaniyê hatiye û ji parastina ewlekariya xwepêşandêran hêzên ewlekariyê berpirsyar girtin.

PÇDK’ya Silêmaniyê di daxuyaniya xwe yA nivîskî de wiha got:

"Em vî karê terorîstane bi tundî şermezar dikin, hêzên asayîşa desthilatdar jê berpirsyar dibînin. Em ji girseyên gel yên xwepêşandêr jî dixwazin ku, ev helwest nebe sedema ku xwepêşandanên nerazîbûnê ber bi tundiyê ve biçin."

Di dawiya daxuyaniya xwe de PÇDK’ê ji gel xwest çalakiyên xwe bi şêwazên demokratîk û aştiyane dewam bike û bang li hemû saziyên berpirsyar yên hukûmetê jî kir ku, kesên di binçavan de berdin û ji bo guhdarkirina daxwazên gel, bi xwepêşandêran re rûnin.


Bêjeyên Miftehî