1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Pêdiviya Rojava bi amûrên tendurustiyê heye!
Pêdiviya Rojava bi amûrên tendurustiyê heye!,pêdiviya,rojava,bi,amûrên,tendurustiyê,heye

Pêdiviya Rojava bi amûrên tendurustiyê heye!

Alîkariyên Rojava kêm in û pêdivî bi amûrên tenduristiyê heye

A+ A-

Piştî li Suriyeyê şerê navxweyî dest pê kir dersiyên sînor ên Rojava ji sîvîlan re hate girtin û yekemîn car ji bo alîkariyan li Nisêbînê hate vekirin. Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, diyar kir ku alîkariyên tên kirin kêm in dê berdevamiyan alîkariyan bikin. Gokkan, bang li gel kir ku alîkariyan bidin Rojava û hewcehî bi xezîre û melzemeyên tenduristiyê heye.

Piştî di sala 2011'an de li Suriyeyê şer dest pê kir hemû deriyên sînor ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin girtin. Hemû deriyên sînor ên herêma piranî kurd lê dijîn û weke Rojava bi nav dikin hatin girtin û pirsgirêkên gelê herêmê bi şer zêdebûn. Bi taybet deriyê Serêkaniya binxetê û Serêkaniya serxetê ji gel re hate girtin û tenê ji çeteyan re hate vekirin û ev yek jî bû sedema bertekan. Ji Rojava re tu alîkarî nediçûn û yekemîn alîkarî di 8'ê sibatê de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji deriyê sînor re birin Qamişloyê. 70 ton alîkariyên di bin pêşengiya Platforma Piştgiriya bi Kurdistana Suriyeyê re hatin komkirin şandin Qamişloyê. Alîkariyên di asta temsîlî de ahtin şandin dê berdewam bikin û hewildanên welatiyên Nisêbînê berdewam dikin. Welatî ji bo alîkariyan kombikin dê di nav hefteyê dîsa dest bi hewildanan bikin.

'Alîkarî kêm in divê bi awayekî periyodî berdewam bikin'

Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, diyar kir ku demek dirêje kurd ji 4 perçeyan re hatine cudakirin lê alîkariyên ji Nisêbînê şandin Qamişloyê nîşaneya sînor bê watene. Gokkan, anî ziman ku divê alîkarî berdewam bikin û ji bo deriyê sînor bê vekirin xebat berdwam bikin. Gokkan, da zanîn ku bi şer re nifusa Qamişlo 3 qet zêde bûye û alîkarî gelek kêm in. Gokkan, bilêv kir ku gelê Qamişloyê ji ber mexdurên şer in alîkariyê ji wan re dikin û dê alîkariyên wan berdewam bikin. Gokkan, destnîşan kir ku dibe ku dîsa alîkarî ji sînor re derbas bibin dê di nav hefteyê de heta înê alîkariyan kom bikin û bibin Qamişloyê û wiha got: "Alîkariyên ji Tirkiye û bajarên herêmê tên dê li Navenda Çandê ya Mîtannî ya ayîdî şaredariya me kombibin. Alîkariyên em kom dikin dê bi komî bişînin. Em dê bi rêxistinên xwe yên sivîl re alîkariyan teslîmî Qamişlo bikin. Gelê me jî dixwaze ev sînor bên rakirin."

'Divê ji Rojava re deriyên sînor bên vekirin'

Gokkan, diyar kir ku alîkariyên diçin Rojava tenê biçin Qamişlo dê bibe sedema kêmasiyan û divê deriyên sînor ên Qoser û Serêkaniyê bên vekirin. Gokkan, anî ziman ku di alîkariyên diçîn Rovaja de ligel zexîre hewcehî bi melzemeyên tenduristiyê heye. Gokkan, da zanîn ku hewcehiyên sereke şîrê zarokan, dermanên atîbiyotîk, amûrên ameliyatê û dermanên din in.

Gelê Rojava ji ber di qada tenduristî de pirsgirêkan dijî 3 kes ji bo dermanan peyda bikin li ser sînorê Dirbesiyê dema derbasî Qoserê dibin di encama teqîna mayînan de jiyana xwe ji dest dabûn. Pirsgirêka dermanan hêj berdewam dike.

(bd/mae)