1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Pêla bahozê wê bi 30 pileyî Cemsera Bakur germ bike
Pêla bahozê wê bi 30 pileyî Cemsera Bakur germ bike,pêla,bahozê,wê,bi,30,pileyî,cemsera,bakur,germ,bike

Pêla bahozê wê bi 30 pileyî Cemsera Bakur germ bike

Pêla bahozê ya bi bandora pesta nizm a li Bakurê Atlantîkê der bibe, wê li Cemsera Bakur rê li ber germahiyeke zêde veke. Li gorî pisporan, ji ber bandora pêla bahozê, wê germahiya li cemserê, bi 30 pileyan zêdetir bibe

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Pêla bahozê ya bi bandora pesta nizm a li Bakurê Atlantîkê der bibe, wê li Cemsera Bakur rê li ber germahiyeke zêde veke. Li gorî pisporan, ji ber bandora pêla bahozê, wê germahiya li cemserê, bi 30 pileyan zêdetir bibe.

Pêla ba û bahozan a mehên zivistanê li Bakurê Atlantîkê normal tên dîtin jî, pêlên bahozê yê hînê dewam dikin, tê gotin ku ji rewşa asayî gelekî cudatir in. Ji ber ku pesta hewayê daket heta 920 mîlîbarê, tê payîn ku ev bahoz pêleke hewa germ a zêde ber bi Cemsera Bakur ve dehf bide.

Li gorî çavkaniyên cuda yên meteorolojiyê, pêlên bahozê yên ji ber du herêmên pesta nizm, wê bi sedan kîlometreyî berfireh bibin. Ev pêl wê bi taybetî bandoreke neyînî li Îzlanda û Brîtanya Mezin bike.

Tê texmînkirin asta pêlên li Bakurê Atlantîkê derkeve heta 15 metreyan û keştî ji ber vê rewşê dibe ku rêgehên xwe biguherînin.

Her wiha ji ber pesta nizm a li Başûr, wê pêla bahozê hewa germ ber bi Cemsera Bakur ve bibe û li gorî texmînan, germahiya li cemserê ya di binê sifirê 30 pile ye, dikare derkeve ser sifirê. Di nava şert û mercên asayî de germahiya li Cemsera Bakur di mehên Çile û Sibatê de gelekî dadiket binê 30 pile di binê sifirê de.