1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Pêla parastina civakî belav dibe
Pêla parastina civakî belav dibe,pêla,parastina,civakî,belav,dibe

Pêla parastina civakî belav dibe

A+ A-

EHMED MIHEMED

QAMIŞLO – Hêzên Parastina Cewherî (HPC) ku ji komîteyên komînên taxan hatin avakirin, bi awayekî dildarî xebatên parastinê digrin ser xwe û di nav de Kurd, Ereb, Suryan, Turkmen, Ermen û Çeçen cihê xwe digrin.2015-9-19-QAM-HPC ‫(1)‬ ‫‬

Hêzên Parastina Cewherî (HPC) ku bi navê Hêzên Parastina Civakî tên nasîn, ji welatiyên Kurd, Ereb, Suryan, Turkmen, Ermen û Çeçen ku bi dildarî xwestin welatê xwe biparêzin, pêk tên. Xebatên xwe li gorî rêgezên ‘parastina rewa’ didin meşandin. Van hêzan li kantona Cizîrê meclîsa xwe ya leşkerî ava kirine, di xebatên parastinê de piştgiriyê didin Yekîneyên Parastina Gel û hêzên Asayîşê.

Ji komînan destpê kir

Li kantona Cizîrê ya Rojava di destpêka avakirina komînên tax û gundan de, komîteyên bi navên ‘Komîteyên parastinê’ di hundirê wan de hatin damezirandin. Peywira van komîteyan ew bû ku welatiyên komînê ango welatiyên taxê û gund biparêzin.

Çavdêrên ku rewşa Rojava dişopînin dibînin ku di rewşeke ku Sûriye di aloziyeke mezin re derbas dibe û li gelek herêman şer bi dijwarî heye, pêwîstî bi hebûna komîteyên wiha heye.

Her çend komîteyên parastinê yên komînan dibin komîteya parastinê ya taxê. Her çend komîteyên taxan dibin hêza parastina bajêr. Hêzên Parastina Cewherî jî ji Hêzên parastina bajaran pêk tê.2015-9-19-QAM-HPC ‫(1)‬

Meclîsa Leşkerî ya Cizîrê

Hêzên Parastina Cewherî yên bajarên kantona Cizîrê ji kom, tîm û tabûran pêk tên, li her bajarekî konferanên xwe lidar xistin û her meclîsên xwe yên leşkerî ava kirin. Meclîsên leşkerî yên bajaran ji 9 kesan pêk tên.

Di 23’yê Adara 2015’an de HPC konferasa xwe ya li ser asta kantona Cizîrê lidar xist û têde Meclîsa Leşkerî ya Kantonê ava kir. Girêdana vê meclîsê yekser bi meclîsa leşkerî ya bajêr ve ye.

Her tîm, kom û tabûreke HPC heftane civînên xwe lidar dixin, raporên xwe yên heftane pêşkêşî meclîsa leşkerî ya bajêr dikin, ev meclîs jî raporan mehê carekê radike Meclîsa Leşkerî ya kantonê.

Hemû pêkhate endam in

Di nava refên Hêzên Parastina Cewherî de endamên ji hemû pêkhateyan ku baweriya xwe bi pêwîstiya parastina rewa û avakirina civakeke azad û demokratîk tînin hene. Her kesekî/e ku temenê wî/wê ji 18 salan ve zêdetir be, ji mafên wî/wê ye ku bikeve nava van hêzan û perwerdeyê bibîne.2015-9-19-QAM-HPC ‫(67037679)‬ ‫‬

Ev hêz li gorî rêziknameya xebata xwe gelek erk û peywiran digrin ser xwe. Li ser rêyan bajaran ên ku diçin taxan bendên kontrolê datînin, derbarê kesekî ku guman li ser e û tevgerîneke wî/wê ya ne normal heye, agahiyan kom dikin, li eniyên şer û parastinê piştgiriyê didin hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û yekîneyên Parastina Jin (YPJ). Dema ku di navbera hin kesan de pirsgirêkek derdikeve an jî pevçûnek çêdibe, yekser bi hêzên Asayîşê û hêzên ewlekariyê re kordîne dike û tavilê dawiyê li pirsgirêkê tîne.2015-9-19-QAM-HPC ‫(67037682)‬ ‫‬

Parastina saziyên civaka sivîl ên ku di çarçoveya şoreşa Rojava de hatine damezirandin û parastina hemû destkeftiyên li ser erdê, şopandina xebatên van saziyan peywira van hêzan in.

Ev hêz bi awayekî dildarî xebatên parastinê didin meşandin bêyî ku pereyan ji tu aliyan werbigrin, armanca wan parastina xak û gelê herêmê ye. Di aliyê rêxistinî de zêde cudahiya wan ji hêzên Asayîşê ve tune ye.

Perwerdeyên taybet dibînin

Hemû kesên ku cihê xwe di nava van hêzan de girtine, perwerdeyên siyasî, leşkerî û ramyarî dîbînin. Derbarê çawaniya danûstandin û şêwazên wan bi welatiyên taxan re jî perwerdeyan dibînin.2015-9-19-QAM-HPC ‫(67037685)‬ ‫‬

Hêzên Parastina Cewherî yên Kantona Cizîrê ji destpêka avakirina xwe ve, ewlehî û aramiya bajarên kantonê parastin, ji bilî xebatên xwe yên di nava bajaran de, beşdarî eniyên şer bûn û piştgirî dan hêzên YPG û YPJ’ê. Di pêngava rizgarkirina bajarokê Til Hemîs û Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de 2 endamên wan jiyana xwe jidest dan.

Ev hêz rojane xebatên xwe yên parastina civakê didomînin, bendên xwe yên kontrolê bi şev datînin, di nava taxan re digerin û lêkolîn dikin da ku welatî bi aramî û ewlehî jiyan bikin.2015-9-19-QAM-HPC ‫(67037678)‬ ‫‬

(he)

ANHA